Jaffrey: Pêşxistina têkiliyên bi Tirkiyê re girêdayî çareserkirina krîza S-400

DYA`yê du bijêrk danîn ber Tirkiyê an têkiliyên xwe yên ewlehî pê re xweş bike an deset ji kirîna sîstema S-400 a Rûs berde.

Nûnerê DYA‘yê ji bo Sûriyê James Jeffrey anî ziman ku pêşxistina têkiliyên ewlehî yên bi Tirkiyê re girêdayî çareserkirina krîza kirîna Enqere ya sîstema parastinê S-400 ya Rûsî ye.

Jeffrey got welatê wî şêwazên destekdayîna Tirkiyê ya der barê li qada Sûriyê de lêkolîn dike û destnîşan kir ku "Hemû pêşniyan li ser maseyê ne".

James Jeffrey got, agirbesta li Sûriyê bi garenetoriya Rûsyayê di demên berê de demkî bû û divê ne rewşa li Idlibê ne wiha be.

Jeffrey di axaftina xwe de wiha berdewam kir: "Ez bawer nakim ku Rûsya û hikûmeta Sûriyê girîngiyê didin agirbesta li Idlibê û her du hewl didin bi temamî bi ser bikevin."

Piştş gûrbûna şerê bi rejîm û Rûsya re  li Idlibê ku di encama wê de leşkerên Tirk hatine kuştin Tirkiyê hewl da ku destekê ji Washingotinê û NATO`yê bistîne.

(bx)


Mijarên Din