James Jeffrey: Em hewl didin herêmek ewle bi çavdêriya hêzên herêmî ava bikin

James Jeffrey di rûniştandina Kongrêsa Amerîkayê de got: "Me ti carî behsa vekişandina hêzên xwe yên hawayî ji Sûriyê nekir. Me detayên avakirina herêmek hîna diyar nekirine, lê ev herêm dê ji aliyê hêzên herêmî ve were bi rêvebirin û dê nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê û Amerîka tê de hebin."

Nûnerê Taybet ê Amerîka ji bo Sûriyê James Jeffrey di rûniştina Kongreya Amerîkayê de axivî û got, startêjiya Amerîkayê ya girêdayî Sûriyî ne li dijî bangawaziyên wan a hebûna rola Amerîka di pêkanîna ewlehiya Sûriyê de ye û got: "Em bawer in ku divê ev şer bi dawî bibe û eger em derkevin dê trajîdiya şer zêde bibe."

Jeffrey wiha domand: "Washington bi çareseriyekê ku El-Esad kuştina gelê xwe berdewam bike, bawer nake. Rêjîmê piştî alîkariya Rûsyayê Rejîmê bi rêjeya ji sedî 60 tenê ji Sûriyê vegerand û hîna nîvê gelê wî koçber in yanî 11 milyon Sûrî ji welatê xwe revîne."

Li ser pirsa ku endamê Kongreyê Elliot Engel li ser zimanê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Kobanê ku gotibû, fikarên şêniyên Bakurê Sûriyê li ser pêvajoya piştî vekşandina Amerîkayê heye, Jeffrey tekez kir ku ragihandina vekişînê bi awayekî şaş hate famkirin û got: "Ji Sibatê ve diyar bû ku tişt hatin guhertin û em ê hindek ji hêzên xwe li wir bihêlin. Lê eger em vegerin destpêka ragihandina vekişînê, divê em bêjin ku me baweriya xwe winda nekir û em bi hevalbendên xwe (QSD) re di rewşek baş de ne."

Jeffrey wiha berdewam kir: "Serok di ragihandina vekişîna hêzan de bi awayekî fizîkî li ser erdê piştî têkçûna DAIŞ`ê zelal bû. Tenê teşaya erkên hêzan dê were guhertin. Serok bawer dikir ku hindek hevalbendên NATO`yê dê şûna hêzên me bigirin. Lê ev tişt pêk nehat û hêzên rojavayî yên din mayîna me bi mayîna xwe ve girêdan."

Jeffrey wiha pê de çû: "Me ti carî behsa vekişîna hêzên xwe yên hawayî ji Sûriyê nekir. Me negot em ê hêzên xwe yên hawayî yên ku bakur û rojhilatê welêt diparêzin bikşînin. Serok Trump dema ji nişkan ve serdana Iraqê kir got ew ê bimînin û bi hevkariya hêzên herêmê da ku têkiliyên xwe bi Kurdan re biparêzin."

Her wiha Jeffrey got: "Em hewl didin roleke navbeynkar bilîzin û (QSD) û Tirkiyê îqna bikin ku asta nakokiyê mezin nekin. Em metirsiyên tirkan di ber çavan re derbas dikin lê em dê ewlehiya hevalbendên xwe biparêzin."

Girêdayî herêma ewle Jeffrey got: "Em hewl didin herêmek ewle bi çavdêriya hêzên herêmî ava bikin, lê hîna me detayên wê diyar nekirine, lê ev herêm di ji aliyê hêzên herêmî ve were bi rêvebirin û dê nuqteyên leşkerî yên Tirkiyê û Amerîka lê hebin."

Têkildarî armancên Amerîka di Sûriyê de Jeffrey got, niha li Sûriyê  derdora 5 komên çekdar hene, Amerîka, Rûsya, Tirkiyê, Şam û Israîl ji hawayê ve û wiha domand

Jeffrey got: "Armancên Amerîka tunekirina DAIŞ`ê ye û rêgirtina li pêşiya vegera wê ye, derxistina hêzên Îranî ji Sûriyê û vedîtina çareseriyek siyasî ye, em ji tevahiya aliyên ku em piştgiriya wan dikin li gorî berpirsyariyên xwe bin û di pêkanîna van armancan de bi me re hevkar bin bi taybet di şerê DAIŞ`ê de û nehêlin ku Îran destkeftiyan li Sûriyê qezenc bike."

Jeffrey got Pompeo civînek "bi encam"b bi Putîn re li dar xistiye û helwestên wê ji Sûriyê ji berê nêztir in.

Têkildarî Idlibê Jeffrey got: "Hevkariya Tirkiyê û Rûsyayê bû sedema vî şerî. Washington hewl dide alîkar be û sivîlan ji trajediya şer dûr bixe."

Girêdayî agahiyên êrîşa kîmyawî li Idlibê Jeffrey got dewletên Yekbûyî yên Amerîkaiyê nikarî bûyerê tekez bike.

(şx)

 


Mijarên Din