Jeffrey bi rêveberiya Dêrazorê re civiya

Nûnerê Emerîkayê yê Sûriyê James Jeffrey ji berpirsên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê re destnîşan kir ku DYE û Koalîsyona Navdewletî hewl dide piştgiriya herêmê bikin û got: “Desteka aliyê siyasî bikin da ku pêkhateyên herêmê bi nûnertiyek rastîn beşdarî prosesa diyaloga bê  bibin, tevî rêgirtina li pêşiya her zêdegaviyekê li dijî herêmên Bakur û Rojhgilatê Sûriyê.”

Di du civînên cuda de li herêmên bakurê bajarê Dêrazorê dûrî dazgehên çapmeniyê di navbera Meclisa Sivîl, şêx û êlên Ereb ên herêmê û şandeya wezareta derve û berevaniya Emerîkayê de, pêwîstiya vedîtina çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyê re hat tekezkirin. Ev yek wê li gorî biryarên meclisa ewlehiyê ya 2254 werin kirin.

Civîna yekemîn duh bi êvarê di navbera hevserokatiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan El-Yûsif û Leyla Hesen, nûnerê Emerîkayê yê taybet ji Sûriyê re James Jeffrey, nûnerê Koalîsyona Navdewletî yê Sûriyê û Iraqê William Robak û fermendarê artêşa Emerîkayê li Sûriyê û Iraqê Black Miran de lidar ket.

Li gorî çavkaniyên nêzî Meclisa Sivîl a Dêrazorê, her du aliyan rewşên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet û Sûriyê bi giştî, astengiyên ku li pêşiya vedîtina çareseriya aloziya Sûriyê dibin bend, rêbazên vedîtina çareseriyê li gorî ku ji tevahiya aliyan re guncew be çi oposîzyona hundirîn yan jî opozîsyona derve, hêzên herêmî û navdewletî ku mudexeleya Sûriyê dikin, nîqaş kirin.

Di civînê de James Jeffrey gelek nuqteyên ku Emerîka û Koalîsyona Navdewletî li Sûriyê li ser dixebitin da ku bighêjin çareseriyên bingehîn destnîşan kirin û got: "Jê ya herî girîng tinekirina DAIŞ û şaneyên wê yên veşartî ne. Her wiha hewldanên ji bo derxistina tevahiya hêzên biyanî ji Sûriyê û gihaştina çareseriyek siyasî li gorî biryara 2254 ya NY`î."

James Jeffrey tekez kir ku DYE`yê niha bi hindek dewletên Koalîsyonê re hewl dide hejmara hêzên xwe yên leşkerî li herêmê zêde bikin, desteka karînên herêmê bikin. Desteka siyasî pêşkêş bikin, da ku tevahiya pêkhateyên herêmê bi nûnertiyek rastîn tev li prosesa siyasî ya bê bibin. Tevî rêgirtina li pêşiya her zêdegaviyek li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan El-Yûsif behsa astengiyên ku rastî herêmê tên ji aliyê ewlehî, siyasî û civakî ve. El-Yûsif banga pêwîstiya piştgiriyê ji tevahiya aliyan ve kir bi taybet nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di diyaloga pêşerojê de û tekez kir ku Rêveberiya Xweser amade ye bi tevahiya aliyên Sûrî re bikeve diyalogê bi şêwazekê ku çareseriyek adil ji aloziya Sûriyê re peyda dike.

Girêdayî serdanê hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan El-Yûsif bi rêya telephonê ji ajansa me re tekez kir ku her du aliyan du civînên cuda li dar xistine. Ya yekê di navbera meclisê û şandeya Emerîkayê de bû. Ya din jî di navbera meclisê, şandeya Emerîkî û hejmarek şêx û êlên herêmên Dêrazorê de bû. El-Yûsif diyar kir ku ew di her du civînan de gihaştine encamên girîng ku dikevin xizmeta herêmê ji tevahiya aliyan ve.

(şx)

ANHA


Mijarên Din