NÛÇEYÊN LEZGÎN! Li Minbicê teqînek pêk hat

Jeffrey dê serdana Enqereyê bike

Li gel nakokiya di navbera Enqere û Washingtonê de têkildarî mijara kirîna S 400 a Rûsî Nûnerê Amerîkayê yê taybet ji bo Sûriyê James Jeffrey dê roja Duşemê serdana  Enqereyê bike û geşedanên dawîn li Sûriyê nîqaş bike.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên dîplomasî dane rojnameya El-Şerq El-Ewsat, serdana James Jeffrey û berpirsekî ji Wezareta Derve ya Amerîkayê,  beriya du rojan bi rêya telefonekê di navbera berdevkê serokatiya Tirkiyê Ibrahîm Kalin û şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê John Bolton de hate diyarkirin.

Rojnameyê diyar kir ku komxebata Tirkiyê –Amerîka ya girêdayî geşedanên Sûriyê bi taybet vekişîna Amerîkayê, herêma ewle û rewşa Minbicê, du rojan dom kir û duh  li Washingtonê bi dawî bû.

Li gorî çavkaniyan James Jeffrey û şandeya pê re dê hevdtinê bi Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Helûsî Akar û berpirsên Wezareta Derve ya Tirkiyê re pêk bîne.

Têkiliyên Tirkiyê û Amerîkayê di van çend rojên dawîn de bi awayekî mezin, piştî kirîna Tirkiyê pergala S 400 a Rûsî nakok bûne. DYA`yê jî gefa ferzkirina cezayên mezin li Tirkiyê xwar.

Ji aliyekî din ve rojnameya Washington Post ragihand ku serokê Amerîkayê Donald Trump bang li tevahiya endamên kongreyê komarê kir ku hefteya bê li Koşka Spî bicivin da ku cezayên ku dibe li Tirkiyê ji ber kirîna S 400 a Rûsî werin ferzkirina nîqaş bikin.

Çavdêrên rewşa herêmê diyar kirin ku reftariyên Tirkiyê yên di demên dawîn de ji metirsiyên xwe ji cezayên Amerîkayê tên û armanc dike zextê li Amerîka bike da ku pê re bikeve diyalogê.

(şx) 


Mijarên Din