Jerusalem Post: Tirkiye û Azerbeycanê her du dîktatorên li dijî ermenan in

Rojnameyeke îsraîlî daxuyand ku Azerbeycan a ku hevalbenda nêzî ji Tirkiyê re  qirkirina komkujiya Ermen înkar dike, her wiha îşaret pê kir ku di wê qirkirinê de şêniyên Ermen ên resen hatin tunekirin û şaristaniya wê ya bi hezaran salan hat wêrankirin. Rojnameyê bang li Tilevîvê kir ku têkiliya xwe bi vê dewletê re di ber çavan re derbas bike.

Têkiliya Azerbeycanê ya baş bi Îsraîlê li ser nêrîneke şaş bû û Îsraîlê digot Azerbeycan "welatekî lêborîner e".

Li gorî rojnameya Jerusalem Post a îsraîlî, Azerbeycan di gelek deman de idîa kir ku li gel wê civakeke cihû ya biçûk heye û jiyana xwe baş derbas dike, ew jî nîşan dike ku li gorî pirrengî û bexşandinê tev diger. Lê tevî wê jî Azerbeycan dîktatoriyeke ku heman malbatê bi zêdetirî nîv sedsalê lê hikum kiriye, ne wisa ye.

Di dema dagirkirina Sovyetê de, komara Azerbeycanê ya sosyalîst a sovyet mafên çand, siyasî, ziman û aborî ji "ermenên Ertsakh "(yên bi navê Nagorno-Karabakh tên nasîn) û Nakhichevan qedexe û mehrûm kir.

Di dawiya salên 80’î û destpêka 90’î de desthilatên Azerbeycanê dest bi tevlêbûna komkujiyên li dijî ermenên li Azerbeycanê kir ku bangên wan ên serxwebûna Ertsakhê biçewisîne.

Her wiha ev komkujî li dijî cihûyan jî pêk hatin, bi wê re jî ji Bako dest bi koçberiya komî kir.

Êrişa Azerbeycanê li dijî ermenên li herêmê zêde bûn, piştre ew êriş bi agirbestekê û avakirina Ertsakhê ya serbixwe ya demokratîk bi dawî bû.

(fr)


Mijarên Din