Ji Belçîkayê biryara dîrokî: PKK‘ê ne rêxistinek terorîst e- HATE NÛKIRIN

Biryara doza PKK’ê ya dewleta Tirk a li Belçîkayê bûbû temîzê eşkere bû. Dadgeha Bilind biryara dadgehê jêr a derbarê PKK’ê ya ne rêxistineke terorîstiye erê kir.

Biryara Dadgeha Îstinafê ya sala borî ku PKK‘ê weke rêxistineke ne ya terorê ye û ne mimkûne ku di vê çarçoveyê de bê darezandin, ji aliyê dadgeha temîzê ve hate erêkirin.

Dozger û parêzerên dewleta Tirk biryara dadgehê bûbû temîzê. Dadgeha Bilind rûniştina yekem 14’ê Çileyê pêk anîbû û aliyê Tirk ji bo parastinê dem xwestibû.

Dozgerê Dadgeha Bilind di mutalaya rûniştina yekem de biryara doza PKK’ê ya Dadgeha Îstinafê di cih de dît, ji bo erêkirinê qenet nîşan da bû.

28ê Çileyê jî roja Sêşemê rûniştina duyemîn pêk hatibû. Dozgerê Dadgeha Bilind mafê axaftinê girtibû. Li gorî çavkaniyên nêzî dozê ev jî tê wateya ku helwesta dozger didome.

Parêzerê alîyê Kurdan Jan Fermon ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku Saziya Darizandinê di nava rojê de dikare biryara xwe bike. Fermon got: “Îtiraza li dijî biryara dozger hate redkirin.”

JI BO EWROPAYÊ DERIYEK NÛ VEDIBE

Fermon got: “Di biryara berî niha de hatibû ragihandin ku PKK ne rêxistineke ya terorîstî ye, hatibû hikûmkirin ku parçeyeke ya şerê navxweyî ye.”

Fermon bal kişand ku ‘ev biryareke dawî ye’ û wiha nirxand: “Ez difikirm ku biryareke girîng be. Li ser PKK’ê nirxandineke girîng hebû. Di wê baweriyê deme ku ev biryar li gorî hiqûqa navneteweyî ye. Biryarekî adilan ye. Di wê baweriyê de me ku wê ev biryar sûdekê bide mijara çareseriya siyasî ya pirsa Kurd di çarçoveya Ewropayê de. Biryara neterotîstbûna PKK’ê ya dadgehê di warê Ewrpayê de deriyek nû vedike. Rê li ber wê vekir ku Ewropa di mijara çareseriya siyasî de cidî ye da nîşandan.”

Fermon diyar kir ku ev biryar wê bandorê li helwesta têkildarî lîsteya rêxistina terorê ya NY’yê jî bike û got: “Ev biryareke ne siyasî hiqûqî ye. Raste rast wê bandorê li hikûmetê neke, wê bandora xwe hebe.”

Hikûmeta Belçîka dide nîşandan ku divê di mijara lîsteya YE’yê de li ber çavan bên girtin.

Di Mijdara 2018’an de Dîwana Edaletê ya Ewropayê ya li Luksembûrgê argumanên di navbera salên 2014-2017’an de PKK têkeve nav lîsteya terorê kêm dîtibû û lîste betal kiribû. Li ser navê Yekîtiya Ewropayê, Îngîltereyê îtîrazî vê biryarê kiribû û PKK bi awayekî otomatîk ketibû lîsteyê. Di Adara 2019’an de aliyê Kurdan ji bo lîsteya nû serlêdan kiribû.

Herî dawîn Dadgeha Îstînafê di 8’ê Adara 2019’an de derbarê du dozên cihê pênc biryar da. Di her du dozan de hate diyarkirin ku kes û komên ku guman hene endamên PKK’ê ne, di dadgehên Belçîkayê de ‘ji ber tevlêbûna çalakiyên komeke terorîst’ nabe ku werin darizandin. Dadgehê diyar kiribû ku PKK ‘hêzeke çekdarî ya ne dewletî ye’. Îtîrazên dewleta Tirk û Dozgeriya Federal a Belçîkayê biryara Dadgeha Îstînafê di 20’ê Adara 2019’an de bir temyîzkirinê.

Doza li Brukselê ji ber lêpirsîneke di sala 2006’an de hatibû vekirin. 37 kes û sazî hatibûn darizandin. Du medyaya Kurdan û Fîdan Dogan jî hatibû darizandin a ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibû qetilkirin.

Ji xeynî vê dozê, doz li Kurdekî bi navê Faysal Çolak jî hatibû vekirin. Sûcdariya li ser Çolak ev bû ku wî hin malzemeyên teknîkî biriye Başûrê Kurdistanê û daye PKK’ê. Çolak demekê di girtîgehê de mabû. Piştre biryar hatibû dayîn ku PKK ne rêxistineke terorîst e û nabe ku Çolak di vê çarçoveyê de were darizandin.


Mijarên Din