Ji ber barana dijwar sebze dereng dibişkuvin

 Îsal di van demên dawîn de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê baraneke dijwar dibare, ji ber vê yekê bişkuvîna şînkahî û sebzeyên mewsimê dereg maye.

Îsal li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê baraneke dijwar dibare. Lewma bişkuvîna  gelek cureyên sebzeyan dereng ma û nexweşiyên cuda  wekî kaçik û nexweşiyên zengê li wan dikevin. Vê yekê jî hişt ku berhem kêm û buha bibin, ji ber ku cotkar dermanan dikirin.

Di vê derbarê de cotkar Şihadê Mihemed ku ji gundê El-Yasîtî yê rojhilatê Minbicê ye, wiha axivî: "Di vê demê de sebze pêdiviya wan bi semad û dermankirinê heye, lê di van rewşên bahewayê de û bi taybet barîna baranê de, şînkahî semadê nakişîne, ji ber ku pêwîstî bi germahiyê heye."

Mihemed diyar kir ku firingî (becan), îsot, xiyar, kundir û bacanên reş, zû dibişkuvin û yên havînê jî baranê bandor lê kiriye.

Her wiha cotkar Şihadê Mihemed destnîşan kir ku berhemên li zeviyên avî û bejî li vê herêmê bingeh in, wekî genim, ceh, nok û hwd sûdê ji vê yekê digirin, lê sebze berovajî ne û di vê dema dawîn de bandoreke neyînî li cotkaran kir.

(eh)

ANHA


Mijarên Din