`Ji ber bihabûnê ez nikarim neştergeriyê ji hevserê xwe re çêkim`

“Ji ber bihabûnê ez nikarim neştergeriyê ji hevserê xwe re çêkim.” Bi van gotinan şêniya bi navê Hediye Welîka keysbaziya bijîşkan û nexweşxaneyên Qamişlo tîne ziman. Desteya Tenduristiyê jî diyar kir ew komîteyan ava dike da ku çavdêriya iyadetan û nexweşxaneyan bike.

Şêniyên kantona Qamişlo li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber bihabûna muayenekirina li iyadetên taybet bi gilî û gazinc in, bi taybet di nexweşxaneyên taybet de. Ev buhayên muayenekirinê, barên şêniyên kantonê giran dike.

Şêniyên bajarê Qamişlo îdia dikin ku dema nexweş dibin, ji hêla bijîşkan ve têne bikaranîn. Hindek din jî ji ber dan û standina nexweş bi gilî û gazinc in. Şênî diyar dikin cudahî di navbera buhayên muayenekirinê di nabera iyadetan de heye. Şêniyê bi navê Ubêd Hisên El-Mihemed (60) ji şêniyên navçeya Til Koçer e, dema ji iyadeta bijîşkekî çavan vedigerî ji ajansa me re axivî û got: "Buhayê muayeneyan gelekî biha ne û dem demê zêde dibin."

El-Mihemed diyar kir ku piraniya nexweşan xizan in û nikarin pereyên muayeneyê bidin û wiha domand: "Lêçûna neştergeriyan derdora milyonek lîreyên Sûriyê ye. Nexweşxane bi awayekî keyfî nexweşan pêşwazî nakin."

Şêniyê bi navê Umer Mehmûd Muslim ji şêniyên kantona Kobanê ye, tekez dike ku ji bo dermankirina hevsera xwe hatiye bajarê Qamişlo û got: "Buhayên muayeneyan ji iyadetekî ji ya din cudatir e, nexweşxane  û derman jî wisa ne. Bijîşk ji hevsera min re derman diyar kir. Lê dema çûm bikirim dermanfiroşek got ew bi 5 hezar lîreyên Sûriyê ye. Destpêkê ji ber ku gelek buha ye, min nekirî. Lê ez çûm dermanxaneyeke din, min heman derman bi nîvê buhayê wê kirî."

Girêdayî rewşên nexweşxaneyan û azarên şêniyan, şêniya bi navê Hediya Welîka ya ji şêniyên gundê Til Xenzîr ê girêdayî navçeya Amûde got: "Nexweşxane guh nadin nexweşan. Xwediyên nexweşxaneyan tenê pere xema wan e. Pêwîstiya hevserê min bi neştergeriyê heye. Lê ji ber lêçûna zêde em nikarin çêkin."

Gilî û gazincên şêniyan ji Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê re hatin veguhastin. Desteyê li ser zimanê cîgirê hevserokatiyê Mihemed Xelef tekez kir ku ew rewşa iyadet û nexweşxaneyên bajarê Qamişlo dizane û got: "Wek Desteya Tenduristiyê di civîna dawîn de me komîte ava kirin. Erka wan komîteyan çavdêriya iyadet, nexweşxane û dermanxaneyan e. Ev komîte dê di meha Îlona de dest bi karê xwe bike. Her wiha dê lîsteyên buhayê muayenekirinê li ser bijîşkan belav bike da ku keysbazî tune be."

Xelef wiha domand: "Eger nexweşxane û bijîşk li gorî lîsteyê kar nekirin, wê demê dê girtekên pêwîst der heqê wan de bêne girtin."  Xelef bang li şêniyan kir ku eger nexweşxane yan jî bijîşkan lîsteyên desteyê muxalefe kirin, desteyê agahdar bikin.

Di 19`ê Mijdarê de ajansa me raporek girêdayî nexweşxaneyên ku êdî dûrî erkên xwe yên mirovî kar dikin û tenê li qezenca madî digerin, weşandibû. Di raporê de behsa nexweşaneyeke Qamişlo ku şêniyan bi kar tîne, hat kirin. Buhayê şeveke razanê di wê nexweşxaneyê de gihaşt 100 hezar lîreyên Sûriyê. Ev buha heya 150 hezar lîreyên zêde dibe, eger nexweş alava oksîjenê bixwaze.

(şx)

ANHA


Mijarên Din