Ji ber binpêkirinên dagirkeran bi hezaran xwendekar ji mafê perwerdeyê bê par in

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundewarê Zirganê zêdeyî 5 hezar û 772 xwendekar ji mafên perwerdeyê bê par hiştin, 29 dibistan kirin baregehên leşkerî û 11 dibistan wêran kirin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ziyaneke mezin gihand qada perwerdeyê. Di vê çarçoveyê de bi hezaran xwendekaran ji mafên perwerdeyê bê kar man, ziyanên mezin gihiştin dibistanan, her wiha gelek dibistan veguherandin baregehên leşkerî.

Ji herêmên ku ji ber topbaran û dagirkirina Tirkiyê û çeteyên wê ziyan gihiştine qada perwerdeyê gundên navçeya Zirgan a girêdayê bajarê Serêkaniyê ya kantona Hesekê ye.

Ji bo naskirina asta ziyanên gihiştina qada perwerdeyê, Hevserokê Rêveberiya Dibistanan a navçeya Zirganê Silêman Salih ji ANHA'yê re axivî.

Salih di destpêka axaftina xwe de got: "Berê me salên perwerdeyê bi awayekî asayî dest pê dikir, lê dewleta Tirk êrişî bajarê Serêkaniyê kir, êriş gihiştin gundên wê û derdora navçeya Zirganê. Di encamê de gelek kes koçber bûn."

' DAGIRKERÎ 5 HEZAR Û 700 XWENDEKAR JI PERWERDEYÊ BÊ PAR HIŞTIN'

Ji ber êrişan dibistan heta demeke dirêj hatin girtin, hin dibistan heta niha girtî ne ku di bin dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê de ne, hin din jî nêzî eniyên şer e.

Salih destnîşan kir ku par hejmara xwendekaran li navçeyê û gundên wê digihişt 8 hezar û 561'an, lê niha daketiye 2 hezar û 789'an, yên din jî koçber bûne.

'JI 81 DIBISTANÎ 40 JI XIZMETÊ DERKETINE'

Salih da zanîn ku par hejmara dibistanan 81 bûn, îsal ji ber ku dagirker nêzî navçeyê bûne tenê 41 dibistan hatin vekirin û got: "29 dibistan di bin serweriya dagirkeran de ye, 11 jî nêzî eniyên şer in, ji ber ewlehî nine em nikarin vekin."

Dibistan veguherandin baregehên leşkerî

Salih diyar kir ku dibistanên dewleta Tirk û çeteyên wê dest danîne ser, hemû pêwîstiyên wê dizîne û veguherandine baregehên leşkerî û got: "Dibistana herî mezin a Dawidiyê ye ku dagirkeran ji xwe re kirine baregehên leşkerî. Di şopandina me ya rewşa dibistanan me dît ku ji ber topbarana dweleta Tirk bi zirar bûne, ji wan dibistana gundê Erada ya nêzî sînorê Tirkiyê ku bi raste rast hate topbarankirin. Her wiha gelek dibistanên din ji ber ziyanên topbaranê ji xizmetê derketine."

'EM JI BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ MATMAYÎ NE'

Silêman Salih di dawiya axaftina xwe de bang li civaka navnetewî û rêxistinên mafên mirovan kirin ku êrişên dewleta Tirk rawestînin, ji bo rizgarkirina herêmê û vegera koçber û xwendekaran li war û dibistanên xwe kar bikin. Salih got: "Em ji bêdengiya civaka navneteweyî ya li hember binpêkirinên Tirkiyê yên li dijî şêniyan matmayî ne."

ANHA


Mijarên Din