Ji ber birûskan agir bi sedan zeviyan ket

Duh êvarê li gelek herêmên Cizîrê ji ber bahoza birûskê ya li herêmê rû da, agir bi sedan hektar zeviyên genim û ceh ket. Tîma agirkujiyê ji bo vemirandina şewatê yekser berê xwe da cihê bûyerê.

Duh êvarê ji ber bahoza birûskê li gelek herêmên Cizîrê agir bi zeviyan ket, di encamê de gelek zeviyên çandiniyê yên şêniyên gundê Girzerkî ku dikeve rojavayî bajarê Dêrikê, şewitîn. Tîma agirkujiyê, bi dehan şêniyan û tîma hewarî yekser berê xwe dane cihê şewatê û rê li pêşiya gurbûna agir girt.

Yek ji xwediyên zeviyan got agir nêzî 50 hektar ji hilberîna genim da ber xwe.

Di heman demê de li gundê Til Cemal ê girêdayî navçeya Girkê Legê nêzî 150 hektar berhem şewitî.

Têkildarî mijarê li gelek gundên ku dikevin başûrê navçeya Tirbespiyê jî agir bi berhemên çandiniyê ket, lê gundê ku şewat herî zêde lê gur bûbû, gundê Sofya bû, ji ber ku şewat gihaşt nava gund. Her wiha bûyera şewatê li gundewarên navçeya Amûdê jî rû da.

Tîma agirkujiyê ji bo rê li pêşiya bûyera şewatê bigire, yekser berê xwe da cihê şewatê.

(eh)

ANHA


Mijarên Din