​​​​​​​Ji ber çeteyên Tirkiyê 10 hîktarên darên zeytûnan şewitîn

Li erdên çandiniyê yên li ser xeta di navbera hêzên Meclisa Leşkerî ya Babê û çeteyên Diri Firat a li gundê Qortwêran a gundewarên rojhilatê bajarê Babê yê rizgarkirî, ji ber çeteyên Tirkiyê 10 hîktarên darên zeytûnan, şewitî.

Şewatê ji ber gulereşandina çeteyan li erdên çandiniyê rû da û 10 hîktar rûbera bi darên zeytûnan hatibû çandin, şewitî.

Li herêmê gelek caran ji ber kiryarên çeteyên "Diri Firat" rûberên mezin ên erdên çandiniyê hatine şewitandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê vê dawiyê li gundên Minbicê komkujiyek pêk anî, ku tê de 6 kes ji malbatekê bûnbûn qurbanî û hin kesên din ji ber topbaranê birîndar bûbûn.

(cx)

ANHA


Mijarên Din