Ji ber dagirkeriyê zeviyên çandiniyê yên Girê Spî bor mane

Ji ber ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarê Girê Spî û gundewarên wê dagir kirine, bi hezaran malbat ji jêdera qûta jiyana xwe bûn. Rûberên berfireh ên zeviyên çandiniyê yên ku jêdera debara şêniyên Girê Spî bûn, piştî ku xwediyên wan ji ber êrişa dewleta Tirk koçber bûn, bor mane.

Di encama êrişa dewleta Tirk a li ser bajarê Girê Spî ya 9`ê Cotmehê de bi hezaran malbat ber bi herêmên ewle yên Rêveberiya Xweser li Eyn Îsa, Reqa, Tebqa, Sirîn û herêmên din ve koçber bûn.

Bi deh hezaran şêniyên ku milk û malên xwe li du xwe hiştine û çeteyên artêşa Tirk a dagirker desteser kirine, niha di bin konan de û li çolistanê li benda çaranûsa xwe ya nediyar dimînin. Tirkiye niyet dike zêdetirî milyonek penaberên sûrî li şûna wan li herêmên dagirkirî bi cih bike ji bo ku demografiya wan herêman biguherîne.

Tirkiyê bi dagirkirina wan herêman re jêdera qûta şêniyan a sereke qut kir. Ew jî çandinî ye. Çandinî li bakurê Sûriyê wek jêdera sereke ya şêniyên herêmê tê hesibandin. Ji ber ku axa zeviyên herêmê berhemdar e, av pir e û hawîrdora wê guncaw e.

Li gorî daneyên Desteya Aborî û Çandiniyê derdora 250 hezar hektar zeviyên çandiniyê yên Girê Spî hene. Jê 170 hezar hektar bejî û 80 hezar hektar avî ne. Bi rêjeya ji sedî 70 ji şêniyên herêmê debara xwe ji çandiniyê peyda dikin. Ji ber ku şêniyên herêmê ji tirsa Tirkiyê û çeteyên wê koçber bûne, ew zevî bor (şov) mane.

Koçberê bi navê Xelîl Mihemed cotkarek ji gundê Tîbe yê girêdayî kantona Girê Spî ye dibêje: "Ji ber koçberiyê me jêdera qûta xwe winda kir. Em bi çandiniyê debara malbata xwe peyda dikin."

Xelîl wiha domand: "Li gund 400 donim zeviyên min hebûn. Min bejî diçand. Herêma me berhemdar e û hilberîna wê her sal baş bû. Lê vê salê ji ber ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê herêma me dagir kir, me nekarî biçanda."

Girêdayî heman mijarê Silêman Dawûd ê ji gundê Qurnful ê kantona Girê Spî, got wî debara xwe bi çandiniyê peyda dikir. Niha kar nake û nikare qûta malbata xwe peyda bike.

Xelîl Mihemed û Silêman Dawûd bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li Tirkiyê bikin ji bo ku dagirkeriya xwe li ser herêmên wan bi dawî bike û vegera wan ji gund û zeviyan re dabîn bike.

Endamê Komîteya Çandiniyê ya kantona Girê Spî Ehmed Umer dibêje kantona Girê Spî ji herêmên çandiniyê yên gundewarên Reqayê ya herî berhemdar e, ji ber cihê xwe yê li ser xeta dehan, ew jî herêmeke berhemdar e û hilberînên wê yên her sal ji genim û ceh pir in.

Umer bal kişand ser ku ji ber ku ev zevî bor mane, wê bandorê bi awayekî mezin li aboriya herêmê bike. Ji ber ku hilberînên vê herêmê ji genim, rolek mezin di peydakirina arvanê aşan de dilîst. Êm ji sewalan re ji ceh û kepek peyda dikirin.

Rûbera giştî ya zeviyên çandiniyê li kantona Girê Spî û gundewarên wê 4 milyon û 750 hezar donim e. Jê 600 hezar donim avî û 4 milyon û 150 hezar donim jî bejî ne.

(şx)

ANHA


Mijarên Din