Ji ber girseya leşkerî ya DYA’yê li herêmê, prensê Kiwêtê banga amadekariyê kir

Prensê Kiwêtê Sebah Ehmed Cabir Sebah bang li hêzên welatê xwe kir ku amadekariyên herî zêde bikin da ku li hember pêşketinên xeternak ên li herêmê bisekinin. Ew jî ji ber amadekariya DYA’yê ya li Rojhilata Navîn li dijî îdiayên şerekî li ser herêma Kendava Erebî hat.

Prensê Kiwêtê Şêx Sebah Ehmed Cabir Sebah bang li hêzên welatê xwe kir ku di asta herî bilind de amadekariyên hişyariyê bikin da ku li hember pêşketinên xeternak li herêmê bisekinin.

Şêx Sebah êvara duşemê serdana serokatiya giştî a Heres Wetenî ya Kiwêtê kir û wiha got: "Pêşketinên li herêmê ji we ne veşartî ne. Divê hûn di asta herî bilind de bi erkên xwe hişyar bin. Bi taybet erkên ji bo parastina saziyên giştî û wekî ku ji berpirsyara we ye."

Her wiha Şêx Sebah serdana serbazên artêşê kir û ji wan re wiha anî ziman:"Li gelek herêmên şer ên derdora me aramî û ewlehî tune ye. Baweriya me bi we heye ku hûn dikarin li gorî erkên xwe bin û ji bo parastina welatê me her tiştî amade bikin da ku li hember hemû kesên ku dixwazin welatê me bikin hedef, bisekinin."

Wekîlê Heres Wetenî yê Kiwêtê Haşim Rifaî jî wiha anî ziman:"Heres Sewrî fermî erka parastina saziyên petrolê li herêma navîn bi amadekariyên herî bilind girt. Heres Sewrî alîkariya artêşa Kiwêtê, wezareta karên hundrîn û rêveberiya giştî ya agirkujiyê ji bo pêkanîna erkên leşkerî û ewlehî dike, bi taybet saziyên zindî û binesaziyan. Ev yek bi rêya plansaziyên diyar di navbera wan de têne kirin."

Ji aliyê xwe ve serokê serbaziya giştî ya artêşê Mihemed Xidir wiha domand: "Tevahî cîhan di rewşeke kaotîk a mezin û nûjeniyên lez ku bandorê yekser li ewlehî û aramiya herêmê dikin re, derbas dibe." Xidir wiha lê zêde kir: "Em daîm amade ne ku bersiva hemû xetere û gefên ku li herêmê tên kirin bidin, da ku ewlehî û aştiya xaka me têk nebin."

DYA’yê di hazirkirina anîna balafirên xwe li Rojhilata Navîn a li dijî Îranê û di navê de awartebûnek li herêma Kendava Erebî heye, didome. Her wiha keştiyên petrolê yên Îmaratê rastî êrîşeke nediyar ji hêla cihên nenas ve hatin, lê çavên tawanê li ser Îranê ne.

(fr)


Mijarên Din