Ji ber girtina Rêya M4 buhayên madeyên xwarinê bilind dibin

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker rêya navdewletî M4 girt û bac li bazirganan ferz kir. Ji ber wê buhayan madeyên xwarinê bilind bûn. Komîteya Aborî ya Kantona Hesekê hewl dide pîşesaziya herêmî pêş bixe ji bo ku aloziya aborî derbas bike.

Piştî êrişên Tirkiyê û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê  Sûriyê, girtina rêya navneteweyî M4 û bilindbûna nirxê dolar, buhayê madeyên xwarinê li herêmê bilind bû.

Bazirganên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kel û pelan ji hundirê Sûriyê tînin. Lê ji ber girtina Rêya M4 kel û pel bi dijwarî digihîjin herêmê.

Li herêma Cizîrê mizexta mehane ya malbateke ku ji 5 kesan pêk tê, 350 hezar lîreyên Sûriyê ye.

Şêniyê bi navê Mixelef El-Ehmed ê ji bajarê Hesekê der barê vê mijarê de got: "Buha gelekî bilind in. Piştî êrişên artêşa Tirk a dagirker jiyan dijwar bûye û buhayên pêdiviyên rojane pir zêde ne û her roj bilind dibin. Em hêvî dikin ku aliyên têkildar çareseriyekê ji pirsgirêkê re peyda bikin."

Xwediya dikaneke madeyên xwarinê li taxa El-Nasra Xensa Elî got: "Madeyên xwarinê gelekî biha ne. Hemwelatî tenê zirar dibînin. Ji ber bihabûnê şênî nikarin madeyên xwarinê û yên rojane bikirin."

Xensa wiha domand: "Em kel û pelên Sûriyê bi kar tînin. Buhayên madeyên xwarinê ji ber girtina rêya navneteweyî zêde dibin. Ji ber ku madeyên xwarinê ji hundirê Sûriyê tên."

Ji ber vê buhabûnê, buhayên goşt, berhemên petrol û kirayên malan bilind bûn. Ew jî bi awayekî neyînî bandorê li gel dike, bi taybet kesên xwedî qûtên sînordar.

Endama rêveber a Komîteya Aborî ya Kantona Hesekê Leyla Saroxan dibêje piştî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di radeya yekemîn de aboriya herêmê kirin hedef. Ji ber wê kantona Hesekê ji aliyê aborî ve zirar dît.

Leyla wiha axivî: "Şêniyan kel û pelên Sûriyê yên ku piraniya wê ji Şam û parêzgehên Sûriyê yên din tên bi kar tînin. Lê ji ber girtina rêya navneteweyî bazirgan neçar dimînin pereyên zêde bidin komên çeteyan ji bo ku kelûpelên xwe derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin."

Di nav gotinên xwe de Leyla destnîşan kir ku ew bi xwediyên kargeh û cotkarên kantonê di nav dan û standinan de ji bo ku pêdiviyên hev peyda bikin û girîngiyê bidin çêkirina herêmî.

Leyla di dawiyê de bal kişand ser ku daketina nirxa lîreya Sûriyê li beramberî dolarê bandorek mezin li bihabûna buhayan kir û got: "Heta em dikarin em hewl didin aloziya aborî derbas bikin û pişta xwe bidin xwe."

(şx)

ANHA


Mijarên Din