Ji ber kiryarên artêşa Tirk çandiniya li ser sînor di xetereyê de ye

Di nuqteya rasthatina dewriyeyên dewleta Tirk û Rûsyayê yên hevbeş de cotkarên Kurd ji hêla sekvanên artêşa Tirk a dagirker ve hatin hedefgirtin. Bi wê re jî şênî ji ber berhemên xwe yên çandiniyê metirsîdar in ku gefan li debara jiyana wan a bingehîn dixwe.

Li gundê Dêrna Axa yê girêdayî navçeya Çilaxa ku gundekî bi ser sînorê Bakurê Kurdistanê ve ye û nuqteya rasthatina dewriyeyên leşkerî yên hevbeş ên Rûsya û dewleta Tirk a dagirker e, cotkarê bi navê Mihyedîn Abdurezaq ku ji heman gundî ye, duh ji ber hedefgirtina artêşa Tirk a dagirker, dema li ser erdê xwe bû jiyana xwe dest da.

Mihyedîn Abdurezaq (50) bavê 12 zarokan e, li ser traktora xwe di erdê xwe de dixebitî, pasdarên sînor ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker ew hedef girt.

Riyad Abdurezaq pismamê Mihyedîn e û got Mihyedîn dema bi destê leşkerên Tirk hatiye hedefgirtin di erdê xwe de dixebitî û wiha domand: "Duh saet di 15:00’an de pismamê min tevî kurê xwe çû nava erdê xwe da ku cot bike û piştre sebzeyan lê biçîne. Erdê wî 500 metre dûrî sînor e. Leşkerên Tirk gule avêtinê û jiyana xwe ji dest da."

Riyad Abdurezaq diyar kir ku şêniyên gund û tevahî şêniyên li ber sînor dibêjin ku ew neçar in xebata rojane li nava zeviyên xwe bikin, ji ber ku çavkaniya debara wan a bingehîn e û wiha domand: "Tevahî cotkarên li gundên li ser sînor di hedefên artêşa Tirk a dagirker de ne û nikarin xebatên xwe li nava zeviyên xwe bidomînin."

Abdurezaq wiha anî ziman: "Em di nava zeviyên xwe de dixebitin, cot dikin û diçînin, lê belê çarenûsa me kuştina bi destê artêşa Tirk a dagirker e."

Gotinên Riyad mîna gotina tevahî şêniyên gund û gundên dîtir ên li ser sînor in, bi taybet bi nêzbûna destpêkirina mewsima çandiniya genim û ceh re ye, bi wê yekê gef li rizqê bi hezaran malbatên li ser sînor tê xwarin.

Riyad bang li NY’yê û dewletên koalîsyonê kir ku binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî sivîlên li gundên bi ser sînor ve asteng bikin.

Beriya vê jî 2 cotkarên ji gundê Batirzan ê navçeya Çilaxa di sala borî de bi guleyên artêşa Tirk a dagirker di dema xebata li nava zeviyên xwe de hatin hedefgirtin.

Artêşa Tirk a dagirker bi salan e astengiyê li dijî cotkarên li seranserî xetên bi sînorê Rojava re dike, bi wê re jî bandorê li jiyana şêniyan û beşa çandiniyê dike.

(fr)

ANHA


Mijarên Din