Ji ber kêmbûna pisporan û şopandinê rêyên ku hatin sererastkirin xerabtir bûn

Ji ber kêmbûna pisporan û şopandinê, rêyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xerabtir bûne, aliyên têkildar jî soz didin ku ewê ji bo kar û barên xizmetguzariyê  bi qasî 42 Milyar leyreyên sûrî trexan bikin.

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji sedî 30 ji axa Sûriyê ne, binesaziya wê êdî bi kêr nayê,  taybet rê ji ber şerê li herêmê gelek xerab bûne. Xebata sererastkirinê ku Şaredariyên Gel pêk anîne ne li gorî asta ku dihate xwestin bû.

Sedemên xerabûna rêyan kêmbûna pisporî, çavdêrî û şopandinê ye.

Hemû rêyên sereke û yê din li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bajar, gundan û bajarokên herêmê bi heve girê didin û xirab bûne, hemû ji aliyê Şaredariya Gel a girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin ziftkirin, lê ew rê careke din xerab dibe û gelek caran jî ji berê xerabtir dibe.

Şêniyên herêmê sedemên ku rêyên herêmên wan xerab dibin diyar kirin, hin ji wan dibêjin ku ji ber kêmbûna pispran di aliyên xebatên çêkirinê de, hin aliyên din jî kesên ku li ser xebatên sererastkirinê disekinin bi diziyê tewanbar dikin, hin alî jî dibêjin ku çavdêrî û şopandin li ser xebatê tune ye.

Ji kantona Qamişlo ku yek ji mezintirîn bajarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye Fener Hisên bi temenê 50 salî ye ajokarê erebeya kirêkirinê ye, di nava xeta Qenat El-Siwês û sûka bajêr de kar dike, li ser karê xwe yê rojan e û bandora xirabûna rêyan li ser karê wê dibêje: "Ev rêyên xerab bandorê li ser erebeyên me ku çavkaniya peydakirina pêdiviyên jiyanê ye dike, pereyên ku em derdixin, têra me nake ku em erebeyên xwe çêbikin. Rê pir xerab in, kort li rêyan belav in û taybet rêya Qenat El-Siwês û Enteriyê. Ev yek jî ji ber kesên pispor di xebata ziftkirinê de tune ne.”

Li ser sedemên zirardîtina rêyan û belavbûna kortan li kolanên sereke û yên din li bajarê Qamişlo, nûçegîhanê me hevdîtin bi gelek ajokarên erebeyên kirêkirnê li xeta Kornîş û sûka bajêr de kar dikin, re çêkir.

Ajokaran teqez kirin ku ji ber tunebûna kesên şopandin û çavdêriyê ji aliyên peywendîdar û li ser aliyên ku xebata sererastkirinê dikin û tunbûna aliyên pispor ku karibin van pirsgirêkan çareser bike, dihêle ku ev pirsgirêk derkevin. Hin kesên din jî destnîşan kirin ku ji ber nebaşbûna madeyên ku têne bikaranîn û madeyên ku tê dizîn û guh nadin sererastkirina rêyan, lewra ev pirsgirêk derdikeve.

Heta niha şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxwaza jinûva sererastkirina rêyên ku zirar dîtine û dive di destpêka havînê werin sererastkirin, dikin. Her wiha daxwaza hesabxwestina aliyên ku bi madeyan dilîzin, dikin.

Li ser planên ku dê rêveberî di vê mijarê de li ser kar bike û daxwazên gel di aliyê xizmetguzariyê de bicih bîne, Hevseroka Desteya Rêveberiya herêmî û Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mîdiya Bozan wiha got: "Me 42 milyon leyreyên Sûrî ji bo xizmetê amade kiriye, ev pere dê ji bo şebekeyên rê û kanalîzsyon û jinûva sererastkirina pirên ku zirar dîtin e bê bikaranîn."

(jo)

ANHA


Mijarên Din