​​​​​​​Ji ber Koronavîrusê li gelek deverên cîhanê qedexeya derketina derve hatiye ferzkirin

Bergiriyên giştî û qedexeya derketina derve li tevahî cîhanî ji bo pêşî li belavbûna vîrusa Korona bigirin, berfireh dibin. Nemaze li Îtalyayê hejmara miriyan zêde dibe.

Li tevahî cîhanê herî dawî 308 hezar û 592 kes bi vîrusê ketin, 13 hezar û 69 kes pê mirine û her wiha 95 hezar û 829 kes ji vîrusa Korona sax bûn.

Roja yekşemê Çînê ragihand ku 46 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine. Ev yek piştî 3 rojan ku tu kes li Çînê bi vê vîrusê neketibû.

Li tevahî cîhanê nêzî milyarek kes di betlaneya dawiya hefteyê de di malên xwe de di karantînayê de ne.

Roja Şemiyê li Îtalyayê hejmareke nû hate ragihandin. Di nava 24 saetên dawî de 793 kes ji ber vîrusê mirin. Li gorî vê daneyê, hejmara giştî ya kesên bi vê vîrusê mirine, gihaşt 4 hezar û 825 kesan di mehekê de.

Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel ji bo pêşî li belavbûna vîrusa Koronayê bigirin, roja duşemê plansaziyeke alîkariya aborî ku ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn de nehatiye kirin, îmze kir û bi vê yekê dev ji zagonên hikumetê yên darayî yên hişk berda.

Li Urdunê qedexekirina çûn û hatinê roja şemiyê hat îlankirin, li Uman û parêzgehên din (nêzî 10 milyon kes) heta demeke nediyar dest pê kir. Heta niha li Urdunê 85 kes bi vîrusê ketine.

Roja şemiyê jî Îranê ragihand ku 123 kes ji ber vîrusê mirine. Bi vê yekê hejmara kesên mirî bû hezar û 556 kes. Şêwirmendê olî yê Îranê Elî Xamineyî jî îdia kir ku gelek guman hene ku DYA`yê vîrusa Korona çêkiriye û ew kirîna dermanan ji wan red dikin.

Roja înê jî Kuba û Bolivyayê ragihand ku wan deriyên sînor girtine. Kolombiyayê jî karantîna ferz kir. Brazilyayê jî rêjeya mezinbûna xwe ya aborî di sala 2020`an de ji ber belavbûna vîrusa Koronayê kêm kir.

Misirê jî gelek tedbîrên pêwîst ji bo astengkirina belavbûna vîrusê girtin û hemû cihên olî û şûnwar girtin.

Hikumeta Sûriyê jî bang girtina sûkan, çalakiyên bazirganî, xizmetguzarî, çandî û civakî li hemû parêzgehan, rawestandina kar di hemû saziyên giştî de kir. Îro ev yek dest pê dike.

Her wiha Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexekirina çûn û hatinê ferz kir da ku pêşî li belavbûna vîrusa Koronayê bigire û 9 navendên karantînayê bi kadaroyên wê yên tenduristiyê, amade kirine.

(bx)


Mijarên Din