Ji ber Koronayê zêdetirî 20 hezar kes mirin

Li tevahî cîhanê ji ber vîrûsa Koronayê zêdetirî 20 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane. Li gel kedên navneteweyî li dijî vîrûsê û hişiyariyên navneteweyî ji xeteriya vîrûsa li ser tevahiya mirovahiyê.

Li gorî serjimariyên dawîn li dora cîhanê, 452 hezar û 168 kes bi vîrûsê ketine. 20 hezar û 494 kes mirine. 113 hezar û 120 kesên ku bi vîrûsê ketine sax bûn.

Li Siûdî Arabistan wezareta tenduristiyê 133 haletên nû yên vegirtina vîrûsa Korona belge kirin. li rex wê 2 halet bi vîrûsê ketine li Meka wefat kirin. Bi vê yekê hejmara haletên wefatê li Siûdî Arabistan bû 29 halet.

Spanya bi hejmara haletên wefatê Çînê derbas kiriye. 3 hezar û 434 haletan nû hatin belgekirin.

Li Holande 80 haletên wefatê yên nû hatin belgekirin.

Li Singapûrê 73 haletên vegirtinê yên nû hatine belgekirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê 30 haletên vegirtina vîrûsa Korona yên nû û du haletên wefatê belge kirin.

Li lubnanê 29 haletên nû hatin belgekirin.

Li Îranê143 haletên wefatê yên nû hatin belgekirin. Bi vê yekê hejmara haletên wefatê gihaşt 2 hezar  û 77 haletan. Hejmara kesên vîrûs vegirtine 27 hezar haletan derbas dike.

Ji aliyê xwe ve Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê 4 haletên vegirtinê yên nû ragihandin. Bi vê yekê hejmara haletan gihaşt 5 haletan.

(şx)

ANHA


Mijarên Din