Ji ber ku itîraf bi Rêveberiya Xweser nakin, lewra dadgeheke navneteweyî nayê avakirin

Endamê desteya hevkariyê di Tevgera Guhertina Demokratîk de, Ziyad Wetfê got: “Tiştê ku avakirina dadgehek navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê asteng dike ew e ku civaka navnetewî îtirafê bi Rêveberiya Xweser nake.”

Endamê desteya hevkariyê di Tevgera Guhertina Demokratîk de, Ziyad Wetfê wiha got: "Ji mafê QSD`ê ye ku girtiyên DAIŞ’ê li gorî zagonên xwe yên taybet ku divê ne muxalîfê zagonên navnetewî be, darzîne."

Wetfê anî ziman, tiştê ku avakirina dadgehek navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê asteng dike ew e ku civaka navnetewî îtirafê bi Rêveberiya Xweser nake.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi rêya civîna çapemeniyê ya ku di 25`ê Adarê de dayî, daxwaza avakirina dadgeha navnetewî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, da ku çeteyên DAIŞ`ê yên li cem Rêveberiyê û QSD`ê girtî ne, darzînin.

Lê civaka navnetewî derbarê wê de tu tevger nekiriye.

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din