Cenazeyê keça temenbiçûk Melek Nebîh Xelîl Cuma li zeviyên herêma Ezazê ya ku dewleta Tirk dagir kiriye di 6`ê Hezîranê de hate dîtin.
Artêşa Tirk a dagirker bi rêya hewl da vê bûyerê derew derxe da ku xwe ji vî sûcî bişo.
Kurê xalê Melekê, Cemal Silêman îdiayên Tirkiyê derewandin û got: “Çeteyan zext li malbatê kir ku Melekê bi endamekî çeteyan re bizewicînin. Lê malbatê ew yek red kir. Ji ber vê yekê ew revandin."
Silêman destnîşan kir ku wêneyên hatine belavkirin ên Melekê ne û got: "Malbata Melekê lê geriya lê nekarî tu agahiyekê bi dest bixe. Heta ku cenazeyê wê li herêma Ezazê hate dîtin."
Silêman bal kişand ser ku artêşa Tirk a dagirker di kesayeta jinên Kurd ên li Efrînê de gelê Kurd dike hedef.
Di dawiyê de Silêman banga muhasebekirina kujerên Melekê kir.
(şx)
ANHA