‘Ji ber ku nexweş pabendî karantînayê nabin, vîrus zêdetir belav dibe’

Bijîşkên Dêrikê piştrast kirin ku pêketiyên vîrusa Koronayê pabendî karantînayê nabin û tedbîrên xweparastinê nagirin, ji ber vê yekê hejmara nexweşên şewbê zêdetir dibe. Gerînendetiya Tenduristiyê ya Qamişlo jî gelek tedbîr girtin.

Bi belavbûna vîrusa Koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, Rêveberiya Xweser gelek tedbîr girt. Di wê çarçoveyê de, qedexeya temamî û nîvî li bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz kir û kombûn, konên sersaxiyê qedexe kir û xebatên saziyan rawestand.

Hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûye. Çavdêr û Gerînendetiyên Tendursitiyê piştrast kirin ku sedema wê yekê daketine pileya germahiyê û negirtina tedbîrên xweparastinê ye ku dihêle vîrus demeke dirêjtir li hewayê bimîne.

Girêdayî guhertina rewşa hewayê, daketina pileya germahiyê û belavbûna vîrusê li herêma Dêrikê ku hejmara herî zêde ya nexweşan li wir e, hevseroka Gerînendetiya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Rojîn Ehmed wiha got: “Guhertina hewayê û daketina pileya germahiyê hişt ku vîrusa Koronayê di vê demê de bêhtir belav bibe.”

Rojîn wiha domand: “Lîsteya serjimariyan baş bû û hejmar normal bûn. Lê belê di du hefteyên borî de ji ber kombûn, konên sersaxiyê, şahî, konfrans û civînan, hejmara nexweşan bi rêjeyeke mezin zêde bûn.”

Rojîn destnîşan kir ku ji ber bilindbûna pileya germahiyê vîurs zêde belav nedibû, lê belê bi daketina pileya germahiyê re vîrus demeke dirêjtir dijî.

Her wiha axaftina xwe dewam kir: “Civakî tedbîrên xweparastinê nagire, ji lewra vîrus belav dibe. Heke nexweşên vîrusê li malê neminin, wê demê bêyî haya wan jê hebe vîrus belav dibe.”

Rojîn Ehmed da zanîn ku Rêveberiya Xweser li navenda Dêrikê û Eleya ya Qamişlo du nuqte ji bo pêşwazîkirina nexweşan amade kir. Her wiha li Qamişlo nexweşxaneyeke taybet bi vîrusê amade dike û dê bi destpêka sala nû re amadekarî bi dawî bibin.”

hevseroka Gerînendetiya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Rojîn Ehmed her wiha destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser li Qamişlo û Dêrikê cîhazên oksîjenê û textan amade dike û bang li şêniyan kir ku biryarên Rêveberiya Xweser pêk bînin, ji hev dûr bikevin û tedbîrên pêwîst bigirin.

Hevserokê Gerînendetiya Tenduristiyê Dr.Mihemed Ednan jî wiha got: “Gel tedbîrên xweparastinê nagire û li kombûn, konên sersaxiyê, şahî û cihên olî de maskên tendursitiyê li xwe nakin û ji hev dûr nakevin.”

Ednan daxuyand ku Gerînendetiya Tenduristiyê hemû tedbîr girtin û nuqteyên tendursitiyê û cîhazên oksîjenê amade kirine.

Her wiha piştrast kir ku nexweşiyên demsalan wekî sermayê û nexweşiyên din bi guhertina hewayê re belav dibin, ji lewra divê hemû tedbîrên xweparastinê bên girtin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din