​​​​​​​Ji ber ku projeya Tirkiyê red kir polîsên Tirk ew ji Tirkiyê derxistin

Ebdulhîlal El-Celûd ji rojhilatê gundewarê Reqayê çîroka her du kurên xwe vegot. Ji ber ku hersê xwestekên wan red kirin, bê nasname vegerandin gundê wan.

Tirkiye, ji destpêka aloziya Sûriyê ve hewl dide ciwanên sûrî ji bo berjewendiyên xwe bikar bîne. Yan bi rêya pereyan wan dikişîne gel xwe yan jî tovên tundrewiya olî di mejiyê wan de diçîne û tev li şerên xwe dike. Yan jî wek kaxizek zextê li dijî dewletên ewropî bikar tîne.

Lê zanabûna hinek şêniyên sûrî û redkirina siyaseta Tirkiyê, hişt ku Tirkiye zextên xwe yên li dijî wan zêde bike. Dewleta Tirk a dagirker ji sûriyan re dibêje bibin çete, ew jî dê pere bidin malbatên wan.

Polîsên Tirk sê berbijark danîn pêşiya şêniyan, an biçin Lîbyayê yan jî Yewnansitanê û biçin Ewrupa. Yan jî tev li “Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê” bibin.

Ebdulhîlal El-Celûl 90 salî ye û ji gundê El- Oje yê li rojhilatê gundewarê Reqayê ye.

El- Celûl serpêhatiya xwe ji ANHA’yê re vegot. Piştî ku malbata wî xwestekên Tirkiyê red kirin, neçar man vegerin gundê xwe. El- Celûl got: “Leşkerên Tirk li Stenbolê kurên min girtin. Ehmed Ebdulhîlal (52), Xalid Ebdulhîlal (33), tevî malbatên wan ku ji 11 kesan pêk tên, girtin. Tirkiyê sê berbijark danîn pêşiya kurên min; an wê tev li çeteyên sûrî bibin, biçin Lîbyayê. Di beramberî wê de jî pere bidin. Yan jî wê ber bi Ewropayê ve koçber bibin. Yan jî wê pere û nasnameyên kesayetî ji wan bistînin û bişînin Sûriyê.”

El-Celûd diyar kir ku kurên wî şerê li rex çeteyan red kirin û wiha domand: “Kurên min qebûl nekirin tev li çeteyan bibin û biçin Lîbyayê û ji bo pere şer bikin. Her wiha çûyîna Ewropayê jî red kirin. Tenê qebûl kirin vegerin Sûriyê. Lê leşkeran tevahiya nasnameyên kesayetî û pereyên bi wan re standin.”

Di dawiyê de El-Celûd rêbaza hikumeta Tirkiyê di danûstandina bi şêniyên Sûriyê re ku îdia dike  ew li rex gelê Sûriyê ye, şermezar kir û got: “Îro jî sûriyan tev li şerekî ku tu têkiliya wan pê tune ye, dike.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din