Ji ber nûçeyên li ser Efrînê, 13 sal ceza lê birîn

Derbarê Xwediya Îmtiyaza Gazete Karinca rojnameger Necla Demîr a bi hinceta nûçeyên li ser Efrînê weşandin de û bi îdîaya “Li dûv hev propagandeya rêxistinê kirin” doz hat vekirin. Ji bo Necla 13 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.

NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya Lêpirsîna Çapemeniya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, di encama lêpirsîna derbarê Derbarê Xwediya Îmtiyaza Gazete Karinca rojnameger Necla Demîr bi rêve bir de, îdîanemeyek amade kir. 

“Li dûv hev propagandeya rêxistinê kirin” hat amadekirin, ji aliyê 33’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve hat qebûlkirin.

Derket holê ku lêpirsîn di çarçoveya îxbareke ku ji e-maila Nevenda Ragihandina Serokwezîr (BÎMER) a di 21'ê Çileya 2018'an de hatî şandin de, hatiye  vekirin. Di îxbara e-maila hatî kirin de, hatiye îdîa kirin ku Gazete Karinca "Berdevkiya PYD/PKK" dike.

Dê ji ber nûçeyan bê darizandin

Midûriyeta Polîsan a Stenbolê li ser vê e-maila îxbarê di 8'ê Gulana 2018'an de, derbarê  Xwediya Îmtiyaza Gazete Karinca Necla Demîr de fezekê amede dike. Necla bi sûcdariya nûçe û roportajên derbarê operasyona Efrînê yên di 20'ê Çileya 2018'an servîs kirin dê bê darizandin.


Mijarên Din