Ji ber êrişên dagirkeran 25 hezar xwendekarên Serêkaniyê ji xwendinê bê par mane

Endamê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Serêkaniyê Mihemed Haco got: “Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora 25 dibistanên li herêma Serêkaniyê wêran kirine. Her wiha dibistanên din veguherandine bargehên leşkerî. Ji ber êrişa Tirkiyê zêdetirî 25 hezar xwendekar ji mafê xwendinê bê par mane.”

Di encama êrişa Tirkiyê de bi hevkariya çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê bi hezaran şêniyên herêmê ber bi bajarên Hesekê û Qamişlo ve koçber bûn. Di nav de bi hezaran zarok ji mafê xwendinê bê par mane.

Endamê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Serêkaniyê Mihemed Haco diyar kir ku ji ber êrişa Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran xwendekar ji mafê xwendinê bê par man û dibistanên herêmên din veguherîn stargeh ji koçberan re.

Haco destnîşan kir ku Desteya Perwerde û Fêrkirinê tevahiya amadekariyên xwe ji bo pêşwazîkirina sala xwendinê ya 2019-2020`an temam kiribûn. Xwendekar jî diçûn dibistanên ku hatine sererastkirin. Ew dibistan di sala 2012`an de ji ber êrişên Cebhet El-Nusra li ser bajarê Serêkaniyê wêran bûbûn.

Çeteyên Cebhet El-Nusra di dawiya 2013`an de careke din êrişî bajarê Serêkaniyê kirin, piştî ku dewleta Tirk a dagirker sînorên xwe jê re vekirin. Lê YPJ û YPG`ê li hemberî êrişan li berxwe dan û li bajêr şer heya çend mehan dom kir. Di encamê de piraniya cihên giştî û binesaziya bajêr wêran bûn.

Haco di nav gotinên xwe de got: "Di dema êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de li ser bajarê Serêkaniyê, min dît ku çawa zarokan li şûna cilên xwe çanteyên dibistanê hildigirtin. Ev jî asta hezkirina zarokan ji zanînê re îsbat dike. Divê dewletên ku mafên zarokan diparêzin erkên xwe yên mirovî li hemberî bi hezaran zarokan bînin cih, pêşeroja wan dabîn bikin û zextê li Tirkiyê bikin ji bo ku ji herêmên dagirkirî vekişe."

Wêrankirina 25 dibistanan li herêma Serêkaniyê

Êrişa dewleta Tirk a dagirker bû sedema ku zêdetirî 25 hezar xwendekarên astên navîn û seretayî ji xwendinê mehrûm bibin. Tevî wêranbûna gelek dibistanan. Her wiha dibistanên ku wêran nebûne dagirkeriyê veguherandine bargehên leşkerî.

Haco teqez kir ku li gorî qanûnên navdewletî yên ku mafên zarokan diparêzin, nabe cihên giştî mîna dibistan, nexweşxane û zanîngeh di şeran de wêran bibin û wiha domand: "Lê dewleta Tirk a dagiker û çeteyên dibistan wêran kirin. Li gorî agahiyên ku gihaştine me 25 dibistanên Serêkaniyê û gundên girêdayî wê wêran bûne."

Di dawiyê de Mihemed Heco bang li rêxistinên cîhanî û yên têkildarî mafên mirov û zarokan kir ku helwestên cidî li hember êrişa dewleta Tirk a dagirker nîşan dikin û got: "Pêşeroja perwerdehiyê li herêmê li gel van êrişên dijwar di xeteriyê de ye."

(şx)

ANHA


Mijarên Din