Ji ber êrişên dagirkeriyê li herêmê gaz û kehrebe qut in

Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker de zirarên mezin gihaştin kargeha gazê ya gundê Siwêdiyê ku çavkaniya sereke ya gaza Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kehrebeya herêma Cizîrê bû, mudîrê kargehê destnîşan kir ku ew ji bo çêkirina wê dixebitin.

Ji şeva 19-20’ê Mijdarê ve artêşa Tirk a dagirker Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran dike, di encamê de zirarên mezin gihaştin saziyên xizmetguzariyê, kargehên mirovî, tenduristî û kargehên petrolê yên herêmê.

Di roja 4’ê ya topbaranê de (23’ê Mijdarê) artêşa Tirk a dagirker kargeha gazê ya gundê Siwêdiyê ya başûrê navçeya Dêrikê ya Kantona Qamişlo kir hedef û di encamê de kargeh rawestiya û gaz li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kehrebe li herêma Cizîrê qut bû.

Kargeha gazê ya Siwêdiyê çavkaniya tekane ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya gaza malan e, her wiha stasyona derxistina kehrebeyê ya Herêma Cizîrê (Kantonên Qamişlo û Hesekê).

Ajanse me zirarê ku gihîştiye kargehê şopand, ku karmendan destnîşan kir ku kargeh berî topbaranê rojane bi hezaran tûpên gazê hildiberandin.

ERKA KARGEGÊ

Mudîrê kargehê Egîd Ebdulmecîd ji ajansa me re wiha axivî: “Kargeh ji bo herêmê pir girîng e, ji ber ku ew ji tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê re gaza malan (RBC) û ji Herêma Cizîrê re kehrebeyê peyda dike.”

BI RÊJEYA JI SEDÎ 40 KEHREBE BI GAZA KARGEHA SIWÊDIYÊ VE GIRÊDAYÎ BÛ

Ebdulmecîd wiha domand: “Ji bo derxistina kehrebeyê pêwîstî bi gazê heye, ew gaz jî bi rêjeya ji sedî 40 ji gaza kargeha Siwêdiyê bû. Lê ji ber topbaranê gaza pêwîst ji derxistina kehrebeyê re qut bû.”

Ebdulmecîd da zanîn ku kargehê û stasyonên din ji bo Herêma Cizîrê 130 mêgawat kehrebe peyda dikir. Lê piştî topbarana dewleta Tirk a dagirker a li ser kargehê û gelek stasyonên din, niha kehrebeya ku digihîje Herêma Cizîrê tenê 40 mêgawat e û got: “Heta em kargehê careke din bixebitînin, em dê di aloziyeke kehrebeyê re derbas bibin.”

Ebdulmecîd wiha li axaftina xwe zêde kir: “Kargeh kevin e, şîrketên ku parçeyên pêwîst çêdikirin jî êdî rawestiyane; ji ber wê jî me ew parçe ji şîrketên din xwestin û wan jî diyar kir ku piştî nêzî 2 salan ew parçe dê peyda bibin. Di encamê de, zirar pir e û ji bo xebitandina vê kargehê û peydakirina gazê ji bo herêmê derfetên mezin pêwîst in.”

ANÎNA GAZÊ JI DERVE NIRXÊ TÛPÊ BILIND DIKE

Egîd Ebdulmecîd wiha got: “Di vê rewşê de em neçar in ku gaza malan ji derve bînin ku nirxê wê bi 5 caran bilindtir e. Tûpê gazê bi 5 hezar lîre bû. Lê lêçûna anîna tûpê ji derve 25 hezar lîre ye.  Em hewl didin depoya gazê ya li cem xwe ji bo rewşên awarte bihêlin.”

(mh)

ANHA


Mijarên Din