Ji ber êrişên dewleta Tirk gelek ziyan gihaştin cotkarên Girê Spî 

Gerînendetiya Çandiniyê ya Girê Spî encamên ziyanên ku îsal ji ber şewatan gihaştine cotkaran, eşkere kirin û destnîşan kir ku ji sedî 70 ji ber êrişên dewleta Tirk dagirker û çeteyên wê şewat çêbûne.

Rûberên berfireh ji zeviyên cotkarên kantona Girê Spî beriya çinînê û hatin şewitandin, bi taybet zeviyên gundewarên li ser xetên eniyên şer ên bi dewleta Tirk re.

Meclisa kantona Girê Spî bi hevkariya Gerînendetiya Çandiniyê komîteyên taybet ji bo diyarkirina ziyanên gihaştine zeviyên cotkaran û belgekirina wan, ava kirin.

Navenda komîteyan li Eyn Îsayê ye û şewitandina 615 donim genim, 9 hezar û 42 donim ceh, 10 donim gijnîj, 3 hezar û 184 dar ku piraniya wan ên zeytûnan bûn, hezar û 315 metre ji xertûmên avdanê, belge kirin.

Hevserokê Gerînendetiya Çandiniyê Ebdullah El-Xelîl ji ANHA’yê got rûberên hatiye şewitandin li bajarokê El-Cirin, navçeya Silûk, navçeya Eyn Îsa û bajarokên girêdayî wê ne.

Komîteyan nikarîbûn xwe bigihînin herêmên li ser xetên şer ên bi dewleta Tirk re. Rûberên mezin ji zeviyên xetên şer ji aliyê çeteyan ve hatin şewitandin.

Di vê derbarê de Ebdullah El-Xelîl destnîşan kir ku wan daneyên xwe xwe spartin agahiyên pirtûkên belgekirî ji aliyê komînên herêmên navborî yên lîsteyên sala borî, her wiha destnîşan kir ku wan bi heman rêbazê lêkolîn li gundên Mieleq, Seyda, El-Lûbeyda û El-Cehbel ên navçeya Eyn Îsayê kirin ku 77 hezar û 463 donim ji zeviyên hatine şewitandin, belge kir.

El-Xelîl eşkere kir ku li gorî texmînên wan, ji sedî 70 ji rûberên şewitî ji ber êrişên dewleta Tirk e, şewitandina yekser an jî bi rêya topên ku bi bê ser û ber diavêtin gundewaran.

Di dawiyê de Abdulah El-Xelîl destnîşan kir ku encamên lêkolînên ku ji aliyê komîteyên wan ve hatine kirin ji Desteya Aborî û Çandiniyê ya Herêma Firatê re hatine şandin da ku wê binirxînin.

Tê zanîn ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hedefgirtin û şewitandina zeviyên şêniyan li gundewarên kantona Girê Spî zêde kir da ku ziyanê bigihînin zeviyên çandiniyê û aboriya herêmê bi paş bixin.

ANHA


Mijarên Din