Ji ber êrîşa dewleta Tirk a dagirker bi dehan gundên Êzidî û Xiristiyanan vala bûn

Ji 7 salan ve civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan Êzîdî û Xiristiyanan paşguh dikin. Ji ber ol û nijada wan dewleta Tirk a dagirker êrîşî wan dike. Ew Êzidî û Xiristiyanên Serêkaniyê, Tirbespiyê, Dêrikê û Qamişloyê ne. Yên ku ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin kuştin û koçberkirin.

Êzidî û Xiristiyanên Rojava û bakurê Sûriyê bi giştî civakên herî zêde ji ber êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê yên terorîst, ji bermahiyên DAIŞ, Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam azar kişandine. Gefên dewleta Tirk ranwestîn, ew kuştin, serjê kirin, gundên wan şewitandin û bi danê zorê ji olên wan dûrxistin.

Li Serêkaniyê sûcên şer ên li dijî Êzidî û Xiristiyan careke din ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve dûbare dibe. Di êrîşên salên 2012 û 2013`an de gundên Êzidî hatin şewitandin, oldarî êzidî yên gundên Esediyê, Der Dara û Cava yên Serêkaniyê hatin înfazkirin û cenazeyê wan bi erebeyan li ser rêyên bajar û gundan hatin kişandin.

Ji destpêka êrîşa artêşa Tirk a dagirker li ser bakurê Sûriyê bi taybet Serêkaniyê 14 gundên Êzidî û Xiristiyan li gundewarê bajarê Serêkaniyê vala bûn; Can Temir ê Mezin, Sikeriya, Mirîkîs, El-Esediye, Dirdara, Cava, Seîd, Şêxhemûd, Xirbet Benat, Telîliye, El-Dirêî, Til Sexir, taxa Zeredeşt rojhilatê bajêr ên ku Êzidî lê dimînin. Li Tirbespiyê 9 gundên Êzidî û Xiristiyan ji ber topbarana bê serûber û dijwar vala bûn.

Heta niha bi hezaran Êzidî û Xiristiyan ji bajêr û gundên wê ber bi bajarên Til Temir, Hesekê û gundên Êzidî li gundewarê Hesekê ji ber tirsa hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bê mudexeleya rêxistinek navdewletî, koçber bûn.

Li Tirbespiyê û Dêrikê gundên Til Xatûnik, Zorava, Til Cîhan, Mele Ebas, Girkê Şamo, El-Hikmiye, Qesir Dîb û Birk bê serûbar hatin topbarankirin. Ji ber wê gelek zirar bi wan gundan hat , hema bêje bi temamî wêran bûn, hejmarek sivîl birîndar bûn û şêniyên wê ber bi deverên hundirîn ve koçber bûn.

Endamê Meclisa Rêveber a Mala Êzidî ya herêma Cizîrê Ilyas Seydo behsa rewşên êzidiyan li bakurê Sûriyê kir û got: "Ji ber bombebarana asmanî û topbarana hovane gundên Xirbet El-Benat û Til Xenzîr ên rojavayê Serêkaniyê bi temamî wêran bûn. Bi dehan gundên nêzî sînor ji ber topbarana bi zanabûn vala bûne."

Seydo behsa xeteriyên dubarkirina Tirkan qirkirinên DAIŞ`ê der heqê Şengal û Efrînê de li bakurê Sûriyê kir û got: "Piştî 10 rojan ji êrîşan û bikaranîna artêşa Tirk a dagirker û çeteyên tevahiya çekan, derbasî gundan bûn, talan kirin û her tişt şikandin. Niha gelê me li Hesekê, Amûda û gundên wê koçber in. Ew demografiya herêmên me diguherin, her tişt ji me didizin, dê herêmê veguherînin herêmeke tarî tijî bûreyên kuştin û revandin."

Ji aliyê xwe ve hevserokê Mala Êzidî Ziyad Abdal bang li NY û rêxistinên mirovî kirin ku bi lez gel ji terorê biparêzin û vegera şêniyan ji gundên wan re dabîn bikin û wiha domand: "Piştî agirbestê kesek ji me bê derketina çeteyan û terorîstan heta derveyî sînor nikare veger, ji ber ku ew sûcdarên şer in û li dijî mirovahiyê ne. Ew hîna bajar û gelê me topbaran dikin. Lewra em bang li civaka navdewletî û NY`î dikin ku bûreyên li ser erdê rû didin bişopînin û zextê li dewleta Tirk bikin ji bo ku ji herêmê derkevin, da Êzidî û Xiristiyan û pêkhateyên din vegerin malên xwe."

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din