Ji ber şerê çeteyên Tirkiyê jineke Efrînî jiyana xwe ji dest da

Di şerê di navbera çeteyên koma "Artêşa Şerqiyê" ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker de, jineke Efrînî jiyana xwe ji dest da.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê belge kir ku jina Kurd a bi navê Sebîhe Sîdo ku ji gundê Dargirê yê Efrînê ye û li Taxa Efrîna Nû ya kolana Vêlat dima, di şerê îro yê di navbera çeteyên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî heman agahî piştrast kir û ragihand ku di şerê çeteyan de zarokek jî birîndar bûye.

Çeteyan di şerê li nava taxên Efrînê yên sivîlan de, çekên sivik û giran li dijî hev bi kar anîn.

(cx)

ANHA


Mijarên Din