Ji ber şerê li Terablûsê zêdetirî 400 kes hatin kuştin

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku şerê li Terablûsê di navbera hêzên Xelîfe Hefter û hikumeta El-Wifaq El-Wetenî û komên îslama siyasî de bû sedema kuştina zêdetirî 400 kesan.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê li Lîbyayê di daxuyaniyekê de wiha got: "Ji destpêka şerê çekdarî li Terablûsê de 432 kes hatin kuştin û 2 hezar û 69 kes birîndar bûn. Her wiha zêdetirî 50 hezar kes jî koçber bûn."

Fermandarê leşkerî yê Lîbyayê Xelîfe Hefter ferman da hêzên xwe ku şerê li Terablûsê di meha Remezanê de dewam bikin.

Fermandariya giştî ya hêzên çekdar ên Ereb ên Lîbyayê bi serkêşiya Xelîfe Hefter di 4`ê Nîsana çûyî de operasyona tunekirina terorê li Terablûsê ragihand.

(jo)

 


Mijarên Din