​​​​​​​Ji ber siyasetên dewleta Tirk li Deryayê Spî Ewropa ket nava liv û tevgerê

Îro ji ber aloziya li rojhilatê Deryayê Spî û xetereyên nakokiya leşkerî piştî ku dewleta Tirk keştiya Oruç Reîs şand herêma deryayî ya nakok, li ser asta wezîrên derve yên dewletên Ewropayê civînek li dar dikeve.

Yewnanistanê di hefteya borî de sefeberiya leşkerî ragihand. Fransayê jî du keştiyên şer ji cureya Rafale şandin Qibrisê da ku desteka Yewnanistanê bike.

Îro di dezgehên çapemeniyê yên Yewnanistanê de hate gotin ku keştiya şer a Yewnanistanê Limnos û keştiya şer a dewleta Tirk Kemal Reiîs li hev ketine.

Dezgehên çapemeniyê yên Yewnanistanê sedema vê qezayê vegerand ku dewleta Tirk hesabên rêyên xwe şaş kirine. Li aliyekî din dezgehên dewleta Tirk diyar kir ku keştiya Yewnanistanê hewl daye keştiya Oruç Reîs bike hedef, ji ber wê keştiya şer a Tirk hewl daye wê asteng bike, di encamê de li hev ketine.

Di wan kêliyan de şêwirên dîplmatîk didomin. Wezîrê karên derve yê Yewnanistanê bi wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo re li Viyanayê dicivin. Her wiha wezîrên Ewropayê niha dicivin û vebijêrkên tevgerê li hember dewleta Tirk nîqaş dikin.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi rêya telefonê bi Angela Merkel re axivî, her wiha duh bi serokê Meclisa Ewropayê Charles Michel re jî axivî û çavkaniyên dîplomatîk diyar kirin ku Michel careke din bal kişand ser piştgiriya yekitiyê ji Yewnanistan û Qibrisê re.

Charles Michel bang kir ku bi rêya diyalogan aloziyên li herêma Deryaya Spî çareser bibin û alozî sivik bibe.

Çavdêr dibînin ku civîna îro pêngavek e piştî du hefteyan ji civîna wezîran a dawiya mehê li Berlînê li dar ket û tê payîn ku encamên şêwiran di dema wê de werin ragihandin. Di heman demê de kesên ewropî dibêjin ku Tirkiye serweriya Yewnanistan û Qibrisê binpê dike.

(şx-eh)

 


Mijarên Din