Ji ber talana çeteyan gelê Girê Spî birçiye

Şêniyên kantona Girê Spî ya dagirkirî di nav şertên dijwar de dijîn. Ji ber çeteyên dewleta Tirk a dagirker depoyên genim talan kirin û zadê gel dizîn, gel bê nan û xwarin mane.

Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kantona Girê Spî dagir kirin, azarên şêniyên kantonê roj bi roj ji ber binpêkirinên komên girêdayî dagirkeriyê zêde dibin. Mîna kuştin, talankirin, revandina sivîlan li beramberî girtina fidyayan, ferzkirina bacan û desteserkirina milkên sivîlan.

Li kantonê piştî ku çeteyan depoyên genim talan kirin û birin Tirkiyê nan gelek kêm bûye.

Li gorî çavkaniyekî ji bajarê Girê Spî çeteyên El-Cebha El-Şerqiye beşek mezin ji depoyên genim veşartine û keysbaziyê dikin. Bi buhayên bilind difroşin bazirganan.

Heman çavkanî diyar kir ku ji ber talankirina genim ji herêmê hema bêje nan qut bûye. Di encamê de şênî bi hêrs bûne û li deverên cuda derdikevin xwepêşendanan.

Her wiha li kantonê kelûpelên xwarinê jî kêm in, tevî ku kehrebe bi temamî qut e û sotemenî pir kêm e.

(şx)

ANHA


Mijarên Din