Ji ber teqîna mayînekê jineke îsraîlî hate kuştin û 2 jî birîndar bûn

Li rojavayê bajarê Ramelah ê li El-Difa El-Xerbiyê yê Filistînê di encama teqîna mayînekê de jineke Îsraîlê hat kuştin û 2 kesên din jî bi giranî birîndar bûn.

Çepemeniya Îsraîlê ragihand: "Di encama teqîna mayîna li nêzî avahiyên Îsraîlê yên li rojavayê Ramelah de jineke Îsraîlê hate kuştin û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn."

Serokê hikumeta Îsraîlê Benjamin Netanyahu der barê teqînê de got: "Em ê berfirehkirina jîngehên xwe dewam bikin, em ê kokên xwe kûr bikin û li dijîminên xwe bidin". Netanyahu bal destnîşan kir ku saziyên ewlehiyê dê li pey kesê teqîn pêk anîye, bikeve.

Nûçegihanê ANHA’yê li ser zimanê çavkaniyên Filistînê aşkere kir: " Îsraîlî ji bo bersivdana teqînê, keviran diavêjin erebeyên filistîniyan."

Di dema ku asta nakokî û gefan di nava Xeza û Îsraîlê de bilind dibe, welatiyên Filistînê amadekariyên çalakiya meşên vegerê û şikandona ambargoya li se sînor dikin ku her roja Înê tê lidarxistin.

Çavkaniyên Filistînê diyar kir ku Tevgera Hemas û komên Filistînê yên dîtir wekî bersivdana li ser binpêkirina Îsraîlê ya lihevkirina agirbestê hewl didin asta xwepêşandanên li ser sînorê Xezayê bilindtir bike.

Çavkaniyê ANHA’yê yê li Xezayê raber kir ku komên Filistînê hişt ku alavên gel ên hişk di çalakiyên li ser sînor de pêk werin, mîna napoxên şewatê.

Welatiyên Filistînê ji 30’yê Adara 2018’an ve çalakiyên heftane yên li ser sînorê Xezayê li dar dixistin û daxwaza vegera penaberên Filistînê yên ji 1948’an ve ji xaka xwe hatin derxistin rakirina çembera Îsraîlê ya li ser Xezayê ji zêdetirî 12 salan ve pêk hatiye, dikin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din