Ji ber teqînekê ziyan gihîştin tankereke petrolê

Li ser rêya di navbera bajarê Hesekê û navçeya Şedadê de motorsîklêteke bombebarkirî bi tankereke veguhastina petrolê ve teqiya.

Lê nêzî naverasta Acaca ya li ser rêya di navbera bajarê Hesekê û navçeya Şedadê de motorsîklêteke bombebarkirî bi tankereke veguhastina petrolê ve teqiya. Di encamê de ziyan gihîştin tankerê.

Ji destpêka êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakurê Sûriyê ve şaneyên veşartî ketin nava liv û tevgerê û çalakiyên terorîstî pêk tînin.

(bb)

ANHA


Mijarên Din