Ji ber topbaran û bombebaranên artêşa Tirk bi dehan sewal mirin

Artêşa Tirk a dagirker îro danê sibehê gundê Xelîkan topbaran kir. Her wiha helîkopteran jî herêm bombebaran kir. Di encama êrîşan de bi dehan sewalên gundiyan mirin.

Êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Artêşa Tirk îro danê sibê carek din gundê Xelîfan ê dikeve ser herêma Bradostê bi dijwarî topbaran û bombebaran kir.

Welatiyek xelkê gundê Xelîfan ku nexwest navê xwe bêje, ji RojNews re axivî û got: “Leşkerên Tirk bi dijwarê gundê Xelîfanê bombebaran û topbaran dikin. Ji ber topbaranê ziyanek mezin gihişt sewal û malên gundiyan. Di encama topbaran û bombebaranê de gelek sewal mirin.”

Heman çavkaniyê da zanîn ku ev ne cara yekeme gundê wan ji aliyê leşkerên Tirk ve tê bombebarankirin, hertim balafirên şer ên dewleta Tirk jî bi dijwarî herêm û gundê wan bombebaran dikin.


Mijarên Din