​​​​​​​Ji ber vîrusa Koronayê divê tedbîrên pêwîst bên girtin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê got heta niha vîrusa Korona li herêmê nehatiye dîtin. Bijîşkên pispor jî ji ber vê nexweşiyê hişyarî dan û got pêwîst e şênî xwe biparêzin û tedbîrên hişyariyê bînin cih.

Aloziya vîrusa Korona roj bi roj li cîhanê kûrtir dibe. Hejmara kesên ji ber vî vîrusê canê xwe ji dest daye heya sibeha roja sêşemê gihaşt 4 hezar û 26’an. Ji aliyekî din ve hejmara kesên bi vê vîrusê ketine gihaşt 114 hezar û 452’yan. Gerînendeyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ya ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) ve Tedros Adanum roja duşemê hişyarî da ku vîrusa Korona dikare bigihîje asta pandemiyê.

Vîrusa Korona (Covîd-19) di Kanûna 2019‘an de li bajarê Wohan ê Çînê derket hole, bi lez û bez li derveyî Çînê belav dibe. Li gorî daneyên fermî ev vîrus li 115 dewletan belav bûye.

Ji aliyê hejmara nexweş û miriyan a ji ber vîrusa Koronayê ve Çîn di pileya yekemîn de. Hejmara nexweşên bi vîrusê ketine gihaşt 66 hezar û 492’an û hejmare kesên mirine jî gihaşt hezar û 523 kesan. Bîlançoya vîrusa Koronayê her ku diçe zêdetir dibe. Piştî Çînê, Îtalya di rêza duyemîn de tê. Heya roja duşemê li Îtalyayê 133 kes ji ber Koronayê mirin. Bi vê yekê bîlançoya kesên ji ber Koronayê mirine, gihaşt 366 kesan.

Li Rojhilata Navîn, Îran di rêza yekemîn de ye. Wezareta Tenduristiyê ya Îranê roja duşemê ragihand ku wê 595 kesên nû ku bi vîrusa Koronayê ketine, belge kirine û 43 kes ji ber vîrusê mirine. Bi vê yekê hejmara kesên ku bi vîrusê ketine, gihaşt 7 hezar û 161’an û 237 kesan jî canê xwe ji dest da. Li Îmaratê jî heya 10`ê Adarê 8 kesên ku bi Koronayê ketine, hatine tesbîtkirin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha tu nexweşî nehatiya tesbîtkirin. Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku heta niha vîrusa Korona li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nehatiye dîtin.

Dr. Ciwan Mistefa got: "Desteya Tenduristiyê gelek tedbîrên hişyariyê girtine, mîna girtina tevahiya deriyên sînor bi herêmên ku vîrus tê de belav bûye. Nabe kesek ji wan dewletan derbasî herêmê bibe. Kesên derbasî herêmê dibin, bi awayekî giştî tên fehiskirin (dezenfektekirin). Desteyê navendên kontrolkirina vîrusê li 7 herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek tedbîr amade kirine."

Girêdayî girtekên parastinê Dr. Ebdulxenî Silêman ê pisporê nexweşiyên sîng, got: "Ji girîngtirîn gavên pêwîst, parastin û bicihanîna girtekên hişyariyê ye. Mîna dûrketina ji kesên bi sermayê ketine. Tevî ku pêwîst e ew nexweş di nav mal de heya 14 rojan bimînin."

Dr. Silêman anî ziman ku pêwîst e kesên bi sermayê ketine lepik û kemame (maskan) bi kar bînin da ku nexweşiya xwe belav nekin. Her wiha diyar kir ku vîrusa Korona giran e û tenê heya 3 metreyan ji erdê bilind dibe û got: "Lewre divê maseyên cihên kar her tim werin paqijkirin, divê dest 20 saniyan werin şûştin."

Silêman bal kişand ku divê nexweşên dil, şekir û kulbûna sîng tedbîrên zêde bigirin û got: "Ji ber ku asta bergiriya laşê wan zeîf e."

Ji aliyê xwe ve şêniyê bi navê Mehir Yusif jî got pêwîst e şênî hemû girtekên hişyariyê mîna bijîşk şîret dikin, bînin cih, li zarokan baldar bin û got: "Em hêvî dikin ku tu kes vê nexweşiyê paşguh neke ji ber ku nexweşiyeke kujer e."

(şx)

ANHA


Mijarên Din