Ji ber xwarina firîkên şewitî pez jehrî bû

Ji ber çêrîna pez li nav simbêlên genim ên şewitî, hejmarek ji pezê navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo bi nexweşiya "Intertoksimia" ku bi navê jehriya hundirîn tê naskirin, ket.

Zeviyên çandiniyê yên navçeya Tirbespiyê rastî gelek bûyerên şewatê hatin ku di encamê de rûbereke berfireh ji dexlên genim û ceh da ber xwe. Ji ber vê yekê erd hemû bû simbilên şewitî (firîk) û şivanan jî pezên xwe li nava erdên şewitî de çêrandin.

Simbilên genim ên şewitî hişt ku pez bi nexweşiya " Intertoksimia " bikeve anku jehrî bibin û di encamê de dibe ku pez bimirin.

Têkildarî nîşaneyên nexweşiyê bijîşkê beyterî Heval Yusif got: "Mirina ji nişka ve, gêjbûn û termbûna sewalan û paşê yekser dimirin, nav û avêtina xwînê, zuhabûna sewalan û sistbûn."

Yusif bal kişand ser ku  hiştina demeke dirêj a sewal, çêlek, mih û deveyan nava simbilên şewitî de, dihêle ku bi vê nexweşiya Intertoksimia bikevin û ji bo pez jî ev nexweşiyeke kujer e.

Têkildarî awayên parastina ji nexweşiya Intertoksimia Heval Yusif bang li şivanan kir ku rê li pêşiya xwarina pir a simbilên şewitî bigirin û pezê xwe aşle bikin.

(eh/kc)

ANHA

 

   


Mijarên Din