Ji ber zewaca xizmanî 8 zarokên wan astengdarin

Ji ber zewaca xizman li ser asta cîhanê gelek pirsgirêkên mezin derdikevin. Ji ber vê diyardeyê 8 endamên malbata Osman Hesen astengdar in.

Malbata Osman Hesen tevî astengdariya tevahiya endamên malbatê  rewşên gelek dijwar derbas dikin. Her çendî alîkariyên madî tên dayîna malbatê jî lê têra wan nake.

Hindek endamên malbatê lal in, hinek ker in û hinekî jî hem kar û hem lal in.

Di civakên Rojhilata Navîn de zewaca xizman gelek zêde ye. Civakên herêmê bawer dikin ku eger her du alî xizmên hev du bin, dê têkiliya zewacê hêsan be û aramiya malbatê misoger be.

Li gorî serjimariyan rêjeya zewaca xizman li gelek parzemînan weke Amerîka Latîn, navenda Afîrqyayê, bakurê Hindistanê, Ispaniya û Japonyayê dighêje ji sedî 10. Lê ev rêje li dewletên Erebî dighêje ji sedî 50. Her wiha ev diyarde li tevahiya Kurdistanê bi awayekî berfireh belav bûye.

Malbata ku tevahiya endamên wê astengdar in!

Ji nav bi hezaran haletên astengdariyê di encama zewaca xizman de, malbata Osman Hesen e.

Osman Hesen ji Kobanê ye û bi keça apê xwe Edla Ebdulrehman re zewicî ye. Azarên malbatê piştî ku hevsera Hesen 8 zarokên astengdar tîne destpê dikin.

Tevî ku bijîşkan ji ber xeteriya vê zewacê hişyarî didin, lê civaka herêmê negihaştiya wê astê ku encamên wê nas bikin û derbas bikin. Bijîşk ji bo rê li pêşiya vê diyardeyê were girtin şîret didin ku pêwîst e beriya her zewacekê hin girtekên pêwîst mîna çêkirina tehlîlên tenduristiyê werin girtin da ku hawîrdorek guncaw ji  bo malbatek sax û baş ava bibe.

Osman Hesen dibêje ku tevahiya zarokên wî astengdar in û gelek caran hewl daye wan derman bike, lê bijîşkan jê re gotine ku astengdariya wan nayê dermankirin.

Hesen wiha domand: "Ji ber ku zarokên min astengdar in ew nikarin bixebitin. Ji ber wê rewşa me ya aborî dijwar e. Em bang li aliyên têkildar dikin ku rewşa me bibînin û alîkariya me bikin."

Rewşên dijwar û hewcedariya alîkariyê!

Her du hevser Osman Hesen û Edle Ebdulrehman temenmezin in û nikarin debara malbata xwe peyda bikin. Tevî wê jî tevahiya endamên malbatê astengdar in û nikarin bixebitin. Gelo ew dê çawa debara xwe peyda bikin?

Ehmed Osman kurê mezin ê malbatê (35) rewşa xwe bi trajedîk wesifand û destnîşan kir ku tevî alîkariyan lê ew nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanî pêk bînin.

Dayîka Edle (50) ji temenê xwe mezintir xuya dike, tevî temenê xwe lê heya niha pêwîstiyên zarokên xwe tîne cih ji ber ku ew nikarin bi xwe bînin cih. Edle wiha got: "Me gelek rewşên dijwar derbas kir ji aliyên madî û manewî ve. Kesek nikare bi tena serê xwe tiştekî bike. Ez pêwîstiyên hemûyan tînim cih."

Dema mirov derbasî mala ku malbat lê dimîne, dibe, dê rewşa malbatê ya dijwar bibîne. Malbat li benda alîkariyên rêxistinên mirovî yan jî her aliyekî têkildar ku dikare alîkariya wan bike ye. Da ku rewşa madî ya dijwar derbas bike.

Dibe ku rewşa vê malbatê weke hişyariyek ji civaka herêmê re be, da ku zarokên xwe nekin qurbana kevneşopiyên civakê. Bibin sedema ku nifşek astengdar çavê xwe li cihanê vebike beyî ku ronahiya wî bibîne!

ANHA


Mijarên Din