ʽJi ber zordariyê Sûriye gihîşte vê rewşêʼ

Siyasetmedarên Sûriyê destnîşan kir ku ji ber zordariyê Sûriye gihaştiye vê rewşê û armanca fitneyê jihevxistina tevna civakî ya li herêmê ye. Her wiha tekez kir ku bi yekitî û kombûna li dor Rêveberiya Xweser dê gel ji komployan rizgar bibe.

Dewletên zordar ku di dirêjahiya dîrokî de hewl didin civakan ji hev bixin, planan saz dikin û fitneyê derdixin. Bi taybetî niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heman siyasetê dimeşînin da ku gelên herêmê ji hev bixin, ku bi hev re û dûrî ajandeyên derve projeya demokratîk li herêmê pêk anîn.

Siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ANHA`yê tekez kir ku bi têgihîştina gel dê planên hikumetên Enqera û Şamê û hewldanên wan ên jihevxistina tevna gelên herêmê, vala derkevin.

JI BER ZORDARIYÊ, SÛRIYE GIHAŞT VÊ ASTÊ

Muxalîfê Sûriyê û derhênerê sînemayê Deham El-Setam destnîşan kir ku zordarî tiştekî bi xwe nayine, heke anîba, em îro nedigihaştin vê rewşê û civaka Sûriyê ji hev nediket.

El-Setam diyar kir ku Rêveberiya Xweser rêveberiyeke hevbeş a hemû pêkhateyên herêmê ye û dijminatiya gelê Sûriyê nake û wiha dewam kir: "Rêveberiya Xweser ji bo birêvebirina kar û barên gelên herêmê, xeta sêyemîn girt. Ew dijminahiya gelê Sûriyê nake, ji ber ku li ser esasê hevbeşiya hemû pêkhate, partî, ol û neteweyên gelê Sûriyê yê herêmê ye."

FITNEYA LI HERÊMÊ DERDIKEVE SÎSTEMATÎK E Û JIHEVXISTINA TEVNA CIVAKÎ HEDEF DIGIRE

Serokê Partiya Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk li Sûriyê şaxê Reqayê Yehya Mehmûd  girêdayî fitneya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê derxistin wiha got: "Bi zanabûn hin kes derbas kirin, nûçeyên derew belav kirin û hin kesayet hedef girtin. Fitneya hatiye derxistin sîstematîk e û armanca wê jihevxistina tevna gel e."

BI KOMBÛNA LI DOR RÊVEBERIYA XWESER, DÊ GEL JI KOMPLOYAN BÊ RIZGARKIRIN

Yehya El-Mehmûd wiha dewam kir: "Ya herî girîng ku divê gel bike daku nebe qurbaniyê van nûçeyên derew û komployan, yekitî û kombûna li dor Rêveberiya Xweser e. Divê em jî van nûçeyên derew belav nekin."

El-Mehmûd di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku gelê Sûriyê yek e û bi guhertinê bawer e, her wiha bi pirrengiyê û demokrasiyê bawer e. Gel dixwaze bi azadî û li gel demokrasiyeke rasteqîn bijî. Mehmûd got: "Nebin amûrên derxistina fitneyê."

(cx)

ANHA


Mijarên Din