Berxwedana Rojava, berdewamahiya berxwedana dîrokî ya gelê Kurd a ji bo azadiyê li hemberî zulm û zordestiyê ye.
Di têkoşîna azadiyê de gelê Kurd efsanên qehremantiyê xêz kir.
Şehîd Rizgar Weqas (Fedekar Rêdûr) yek ji hezaran berxwedêrên ku mohra xwe li dîroka berxwedana nûjen dane ye.
RIZGAR WEQAS KÎ YE?
Rizgar Weqas an ku Fedekar Rêdûr kurê navçaye Mabata ya kantona Efrînê ye û ji kesên destpêkê yên ku tev li nava refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bûne, ye. Rêdûr û xwişka xwe ya cêwî di 23‘ê Gulana 1993‘an de li taxa Şêxmeqûsdê çavên xwe li dinê vedikin. Malbata wî malbateke welatparêz ku bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. 4 xwişk û birayekî Rêdûr heye.
Fedekar heta refa duyemîn a asta navîn dixwîne, piştre terk dike û ji bo alîkariya malbatê bike dixebite. Fedekar ji zarokatiya xwe ve bi exlaqê xwe yê baş û aramiya xwe dihat nasîn.
JI KESÊN DESTPÊKÊ YÊN KU ŞÊXMEQÛSD PARASTIN BÛ
Ji destpêka aloziya Sûriyê ve ku li gelek bajaran belavî bû, di nav de bajarê Helebê, li dijî taxa Şêxmeqsûdê hem ji aliyê komên çete ve û hem ji aliyê rêveberiya dewleta Sûriyê ve êriş hatin kirin. Li hemberî van êrişan û ji bo parastina taxê gelek ciwanên taxê bi dilsozî tax parastin. Fedekar jî yek ji wan bû. Di wê demên di destê wan de tenê çekên sivik hebûn, lê rexmî vê yekê hemû êriş hatin bersivandin û çete ji taxê hatin derxistin.
Bi destpêka ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re Fedekar sala 2012‘an tev li refên wî dibe û li bajarê Efrînê perwerdeyên leşkerî dibîne, di sala 2013‘an piştî perwerde diqedîne carek din vedigere taxa Şêxmeqsûdê.
DIBE ROJNAMEGER
Şervanê YPG‘ê Fedekar beşdarî hemû şerên bersivdayîna êrişên komên çete yên li ser taxa Şêxmeqsûdê dibe ku di sala 2016‘an de destpê kir û bi rizgarkirina hemû taxa encam de. Piştî êrişên li ser taxê hatin bersivandin, Fedekar bi salan têkoşîna xwe di nava YPG‘ê de didomîne.
Piştre wekî rojnamevanekî di Buroya Ragihandinê ya YPG‘ê de kar dike, her wiha di nava sal û nîvekî de di beşê arşîv û maliya giştî de xebitî. Bi dijwariya êrşên li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê re Fedekar xwest cihê xwe di qadên berxwedanê de bigire, li ser vê yekê ji bo herêma Firatê hate şandin û li wir jî perwerdeyên leşkerî dibîne.
JI HELEB HEYA CIZÎRÊ..BERXWEDANA RÛMETÊ
Bi destpêka êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ku di 9‘ê Cotmeha 2019‘an de destpê kir û çekên giran bi kar anîn, şervan neçar dimînin ku ji perwerdeyê derkevin û beşdarî berxwedanê bibin. Fedekar ji bo herêma Serêkaniyê hate veguhestin û bi hevrên xwe û şêniyan re berxwedana lehengî li dijî dagirkeran raber dike.
Fedekar Rêdûr 14‘ê Cotmeha 2019‘an li Serêkaniyê tev li kerwanên şehîdan dibe, şehadeta wî di 9‘ê Mijdara heman salê hat ragihandin.
Dayika şehîd Fedekar, Fehîma Qasim li ser jiyana kurê xwe yê şehîd dibêje: "Fekedar kurê bêdeng ê malbatê bû, xwendina xwe temam nekir û ji zarokatiya xwe ve biryar da ku kar bike. Behsa şoreşê û doza Kurdî dikir. Rojek ji rojên sala 2012‘an dema êrişên li ser taxê got ew ê biçe beşdarî parastina taxê bibe û li ser bendan bisekine me hewl da ku neçe lê bi dizî çû."
Dayika şehîd Fedekar wiha domand: "Fedekar li hemû eniyên taxê cih girt û li ber xwe da. Rojekê min jê re got, madem te bi xwe biryara xwe daye, ez tiştekî ji te dixwazim tu xeta xwe heta dawiyê berdewam bike, nabe tu ji biryara xwe paşde vekişe, heger te şaştî kir te efû nakim."
Dayika şehîd Fedekar di dawiya axaftina xwe de got: "Xwedê wê hemû şervanan bi ser bixe, şehîd namirin, em bi şehadetê serbilind in, bijî şoreşa me."
Xwişka şehîd Fedekar Sozdar Weqas jî dibêje: "Ez û Fedekar cêwî bûn, jiyana me hevpar bû. Min xwendina xwe temam kir, lê wî heta refa 8‘ê sekinand da ku kar bike. Belê hertim behsa doza kurdî dikir. Bi destpêka şoreşê re bûyer û nûçe kêlî bi kêlî dişopand. Her wiha beşdarî xwepêşandanên li taxê dihatin lidarxistin, dibû.
Sala 2012‘an tev li YPG‘ê bû, lê me nedizanî li kuderê ye. Ji ber ku ez cêwiya wî me, hîsek pir cûda di hindirê min de çêdibû. Min dizanî ku wê tiştek çêbibe, em ji hev dûr ketin. Dibe ku em naşibin hev, lê hîsê me hevpar bûn."
Sozdar axaftina xwe wiha didomîne: "Piştî ku tev li qada ragihandina leşkerî bû, me bi hev re çalakî dişopandin. Dema serdana malbatê dikir, me hertim rewşa berxwedanê, şer û serkeftinê nîqaş dikir. Her tim bala wî li ser karê wî bû. Ez ê di ragihandinê de xeta birayê xwe bişopînim heta hêviyên wî bi cih bînim û serkeftin pêk were."
DEWREYEKE PERWERDEYÊ BI NAVÎ WÎ HATE VEKIRIN
Piştî şehadeta têkoşer Fedekar ji bo bîranîna wî Akademiya leşkerî ya Bakur Heleb dewreyeke perwerdeyê bi navî wî vekir.
Hevala têkoşer Fedekar, Cîlan Heleb di kesayeta şehîd Fedekar de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî û derbarê şehîd Fedekar de ev tişt anîn ziman: "Di karê ragihandinê de min ew nas kir. Di karê xwe de pir hestiyar bû, tevî ku di ragihandinê de perwerde nedîtibû lê bi îrade û biryara xwe xwe di karê xwe de pêş xist. Moralê wî bilind bû, kesayetek aram bû ji hemû şervanan hez dikir."
Cîlan axaftina xwe wiha dewam kir: "Em ê şopdarê xeta şehîd bin û gel biparêzin û di xizmeta wî de bin, bê teredudu em ê li ser rêya wam bimeşin."
Ji hevalên nêzî yê şehîd Fedekar Mahir Heleb jî wiha axivî: "5 salan di qada leşkerî de me bi hev re kar kir, em ji hev qut nebû, di dema şer de pir heyacan dibû. Tevî derbasî qada ragihandinê bû, lê ji çeka xwe qut nebû da ku gelê xwe biparêze. Şehadeta wî bandorek mezin li me kir. Dema çû akademiya Kobanê bi telefonê bi min re axivî. Got, beriya derbasî perwerdeyê bibim dixwazin dengê te bibihîzim. Di kesayeta wî de çanda malbatî û kurdîtiyê hebû, bi planên rejîmê nebû, lê belê xwe parast."
MERASÎMA XIYABÎ
Di 10‘ê Mijdara 2019‘an bi beşdarbûna girseyek mezin a şêniyan, şervanên YPG û YPJ‘ê merasîmekî xiyabî ji bo şehîd Fedekar li ber mala wî ya li taxa Şêxmeqûsdê ya Helebê hate lidarxistin.
ANHA