‘Ji bilî berxwedanê tu rê tune ye’

Xwepêşandêrên li nêzî sînorê Tirkiyê got bijarteya yekane, berxwedana li dijî êrîşan û têkbirina dagirkeriya Tirkiyê ye.

Bi hezaran şêniyên Kobanê duh li nêzî sînorê Tirkiyê li rojavayê bajêr kom bûn.

Ev jî bi rasthatina gefên Tirkiyê yên der barê êrîşkirina li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xistina hêzên leşkerî li ser sînorê Tirkiye-Sûriyê ye, bi taybet li nêzî bajarê Axçeqele û kolandina xendekan hat.

Beşdarên di protestoyê de mertalekî zindî bi dirêjahiya bi sedan metre li pêş çavên leşkerên Tirk li nêzî gundê Qeremox ê rojavayê bajarê Kobanê çêkir û dirûşmên banga berxwedanê li dij dagirkeriyê berz kirin.

Xwepêşandan di roja xwe ya duyemîn de bê navber bi beşdariya girseya şêniyên herêmê bi pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb, Ermen û Tirkmen ve didome.

Umer Hesen başdarekî xwepêşandanê ye û îşaret pê kir ku dewleta Tirk ew projeya hevkariya pêkhateyên di rêveberiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dibîne projeyekî derbeyê li rejîma wî ya dîktator dide û wiha anî ziman: "Tirkiyê dest bi gef û êrîşkirina şerê derûnî piştî têkbirina aliyên tundraw û terorîst ên piştevaniya wan dikir, kir."

Li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên hemreng der barê gefên Tirkiyê de, mîna gefên li ser herêmê di Kanûna sala borî de der heqê daxuyaniyên rayedarên Tirk ên êrîşkirina leşkerî li ser xak Sûriyê de, hene.

Beşdara xwepêşandanê Temre Bozî jî wiha axivî: "Erdogan û hikumeta wî hewl didin ewlehiya herêmê tevlihev bikin. Em nizanin çima civaka navdewletî der barê hemû kiryarên Tirkiyê yên terorîst û siyasetên derve de yên bûne sedema kuştina bi hezaran sivîlan, bêdeng e? Lê belê dewleta Tirk dizane ku tu rê û tu bijarte ji bilî berxwedan û şikandina striya wî li pêş me nemaye."

(fr)

ANHA

 


Mijarên Din