Ji bin kampa Serdemê:Erdogan kujerê zarokan e..nebin hevkarê dagirkeriya Tirkiyê

Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi sedan şêniyên Efrînê yên li kampa Serdem a kantona Şehbayê, bi yekdengî bang kirin û gotin"Erdogan kujerê zarokan e, nebin hevkarê dagirkeriya Tirkiyê".

Xwepêşandêr li qada Kampa Serdem a li gundê Til Sosîn a navçeya Ehdas a kantona Şehbayê kom bûn û ber bi kolanên gund ve çûn. Xwepêşandêran wêneyên qurbaniyê komkujiyên artêşa Tirk li dijî sivîlan, pêk anîn hilgirtin.

Her wiha pankartên bi nivîsên"Erdogan kujere, cudabûnê naxe navbera pîremêr û astengdaran, nebin hevkarê dagirkeriya Tirk, êrîşên dewleta Tirk ên li ser kantona Efrînê şermezar dikin, ji tunekirin û çewisandina gelê sûrî re êdî bes e, na ji Erdoganê qatil re, Erdogan kujerê zarokan e"hilgirtin.

Paşê li kolaneke gund meş rawestiya. Li vir, Koodînasyona Kongreya Star Salha Mihemed û ser navê Meclisa Kampa Serdem Merwan Hemû axivîn.

Axîveran bal kişandin ser berdewamkirina berxwedana li dijî êrîşên dewleta Tirk, her wiha îşaret bi gelê ku bi hezaran şehîd di oxira parastina xaka xwe de dane, ne pêkan e ku ser doza xwe vegerin kirin.

Her wiha dê gelê têkoşer hemû kompoyên li dijî gelê herêmê têk bibin û wiha pê de çûn: “ Em xwedanê projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan in, em mil bi mil li dijî komployan şer bikin û têk bibin.”

Meş bi sloganên"Bijî berxwedana Efrînê, bijî Berxwedana Rûmetê" bi dawî bû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din