Ji bin konê çalakiyê: Em dagirkirina xaka xwe qebûl nakin

Konê çalakiyê yê şêniyên Serêkaniyê ku li pêşiya navenda NY`yê li bajarê Qamişlo hatiye vedan di roja 9`emîn de didome. Kesên ku tev li konê çalakiyê bûn piştrast kir ku ew destekê didin şêniyên Serêkaniyê ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê neçarî koçberiyê bûne û gotin dê bi helwestên azad li dijî dagirkeriyê bi ser bikevin.

Koçberên Serêkaniyê ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê neçarî koçberiyê bûne li pêşiya navenda NY`yê ya li bajarê Qamişlo çalakiya xwe di roja 9`emîn de didomînin.

Îro şandeyek ji hiqûqnasan beşdarî konê çalakiyê bûn. Hiqûqnasan di bin konê çalakiyê de daxuyaniyek der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bandoriya şerê derveyî zagonên navdewletî da. Her wiha bang li Antonio Guterre kir ku madeyên 5 û 6`an ji mîsaqa NY`yê pêk bîne.

Her wiha şêniyên Girkê Legê berê xwe da konê çalakiyê û piştgiyra xwe bi şêniyên Serêkaniyê re diyar kir. Şêniyan dirûşmeyên "Serêkaniyê xaka şarestaniyê ye", "Em derfet nadin tu kesî ku şarestaniya me winda bike"û "QSD’ê hêza me ya tekane ye" berz kirin û pankartên bi nivîsên ku banga boykotkirina kelûpelên Tirkiyê, wêneyên birîndaran û ala QSD`ê jî hildan.

Di bin konê çalakiyê de ji rêveberên Meclisa navçeya Girê Legê Fûad Seidî wiha axivî:"Helwesta me li bermaberî dewleta Tirk a dagirker eşkere ye. Em dagirkirina xaka xwe qebûl nakin."

Fûad piştrast kir ku şêniyên herêmê bi saya îradeya azad bi ser ketin û ev tişt anî ziman: "Hemû pêkhateyên herêmê li ser vê xakê bi hev re dijîn û bi saya felsefeya netewa demokratîke me denge guherand." Her wiha Fûad da zanîn ku tevahî hêzên dijber projeya demokratîk a ku herêmê bi pêş dixe, dike armanc.

Paşê dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD`ê û şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker hatin berzkirin.

Di dawiya rojê de zarokên Girkê Legê stranek diyarî zarokên Serêkaniyê ku neçarî koçberiyê bûne, kir.

(bx)

ANHA


Mijarên Din