Ji bo ajokarên jin li Reqayê dibistan tê vekirin

Endamên trafîkê yên jin ên Reqayê trafîkê di nav bajêr de bi rêxistin dikin û çavdêriya dewriyeyên rojane dikin. Ji aliyekî din ve hewl didin dibistana fêrkirina ajokarên jin vekin.

Navenda Trafîkê ya bajarê Reqayê di 3’yê Nîsana îsal de hat vekirin. Navend bi armanca birêxistinkirina trafîkê, rêgirtina li pêşiya qezayên trafîkê û girtina girtekên pêwîst der heqê ajokaran de, hat vekirin.

Navend ji gelek beşên malî, arşîv, ragihandin, muxelefat, zabite, otometîk, pêşwazî, toreya hundirîn û ewlehiya navendê pêk tê. Endamên jin ên trafîkê roleke girîng di birêxistinkirina trafîkê de dilîzin. Endamên jin  cihên xwe li ser bendên kontrolê li hundir û derveyî bajêr digirin. Tevî dewriyeyên rojane ji saet 8:00`ê sibehê heya 16:00`an. Her wiha endamên jin girtekên der heqê muxelefan de digirin.

Endamên jin beşdarî gelek dewriyeyên perwerdeyê bûn da ku ji zîhniyeta ku wan hikum kiriye, xilas bibin. Tevî dewriyeyên di warê trafîkê de, danûstandina bi şêniyan re û girtina girtekên pêwîst der heqê muxelifan de.

Girêdayî mijarê endama rêveber a Navenda Trafîkê ya Reqayê Rîm El-Hemûd destnîşan kir ku di destpêkê de rastî gelek zehmetiyan hatin û wiha got: “Ya herî girîng civakê qebûl nedikir ku rola jinan di trafîkê de hebe. Di gava yekemîn de em beşdarî dewriyeyên fikrî bûn. Wan dewriyeyan asta endaman bilind kir û rihê hevkariyê di navbera endamên mêr û jin de xurt kir."

Rîm îşaret pê kir ku ew rojane ji bo birêxistinkirina trafîkê di nav bajêr de û derveyî bajêr dixebitin. Rîm got: “Endamên jin bi awayekî asayî li ser bendên kontrolê disekinin û ji berbanga sibehê ve heya saetên berêvarê trafîkê dimeşînin.”

Di dawiyê de Rîm wiha lê zêde kir: "Em ê hewl bidin dibistana fêrkirina ajokariyê ya jinan vekin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din