​​​​​​​‘Ji bo azadiya Rêber Ocalan dakevin qadan’

Jinên bajarê Qamişlo gotin: “Em tecrîda girankirî ya dewleta Tirk li ser Ocalan ferz kiriye, şermezar kirin. Em bang li jinan dikin ku dakevin qadan û banga azadiya Rêber Ocalan bikin.”

Dewleta Tirk a dagirker ji 2011’an ve tecrîdek girankirî li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye.

Jinên bajarê Qamişlo binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Jina bi navê Delal Hisên got: “Tecrîd dermirovî û derexlaqî ye. AKP neketiye ferqê ku çil milyon kes li ser şopa Ocalan in. Armanca wê diyar e, dixwaze firkê Ocalan tune bike. Ji bo me Rêber Abdullah Ocalan sembola azadiya jinê ye.”

 Delal soza şopandina firkê Rêber Abdullah Ocalan dubare kir.

Şêniya bi navê Pîroze Îbrahîm diyar kir ku ew sûcên desthilatên Tirkiyê li dijî Rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd şermezar dikin.

Pîroze got: "Gelê Kurd ne mîna berê ye. Fikrê xwe li ser felsefeya Serok Apo pêş xist. Ji bo azadiya xwe û Serok Apo bi sed hezaran şehîd dan û hîna dide. "

Di dawiyê de Pîroze banga serbestberdana Rêber Abdullah Ocalan kir û got: “Em bang li tevahiya jinan dikin ku dakevin qadan, çalakiyên xwe zêde bikin û banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan bikin.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din