‘Ji bo çareseriya aloziyê bi rêya diyalogê kedeke duqat lazim e’

Endamên Komîteya Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Şehbayê destnîşan kir ku şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê, nedarizandina çeteyên DAIŞ`ê û dagirkirina Tirkiyê ji xakên Sûriyê re li hember çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê dibin asteng.

Girêdayî mijara tunekirina çeteyên DAIŞ`ê ji aliyê leşkerî ve li Sûriyê û aloziya Sûriyê, endamên Komîteya Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Şehbayê ji ajansa me re axivîn.

Cîgira seroka Komîteya Jinan a partiyê Îsraa Ibrahîm got: "Bi saya têkoşîn û fedakariyan çeteyên DAIŞ`ê ji aliyê leşkerî ve ji erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bûn. Ev serkeftin têrê dike ku hêz û vîna şervanên QSD`ê di dema ku cîhan li hember şerê DAIŞ`ê de bê bertek ma, nîşan bide. "

Îsraa bal kişand ser ku şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê, nepêşkêşkirina kedên mezin ji bo dadgehkirina çeteyên DAIŞ`ê yên ku li gel Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtî ne, tevî dagirkirina Tirkiyê xaka Sûriyê hemû li hember pêvajoya heyî ya çareseriya aloziya Sûriyê anku diyaloga Sûrî-Sûrî dibin asteng.

Îsraa tekez kir ku pêvajoya heyî kedên duqat pêwîst dike, ji ber ku piştî tunekirina çeteyên DAIŞ`ê ji aliyê leşkerî ve, şaneyên veşratî dê ewlehiya herêmê têk bibin.

Ji aliyê xwe ve endama Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Şehbayê Îman Elo ked û fedakariyên QSD`ê ji bo tunekirina çeteyên DAIŞ`ê pîroz kir û banga hevgirtinê û çareseriya aloziya Sûriyê bi rêya diyaloga Sûrî-Sûrî li gelê Sûriyê kir.

Di nav gotinên xwe de Îman bi bîr xist ku dewleta Tirk tekane dewleta ku piştgiriya DAIŞ`ê kiriye û ew şandine Sûriyê da ku tevlihevî di navbera gelê welatekî de derxe û bang li civaka navdewletî kir ku Tirkiyê ceza bike.

Îman di dawiyê de îşaret pê kir ku çeteyên DAIŞ`ê rola jinan li herêmên ku dagir kirine, çewisand û hovanetirîn binpêkirinan der heqê wê de pêk anîn, lê li hember vîna YPJ`ê têk çûn.

(şx)

ANHA


Mijarên Din