`Ji bo çareseriya aloziya Sûriyê divê dagirkeriya Tirk ji Sûriyê bê derxitin’

Endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê yên Kantona Efrînê destnîşan kirin ku çareseriya aloziya Sûriyê dê bi derketina dagirkeriya Tirkiyê ji xaka Sûriyê destpê bike û wiha gotin: “Em bang li dewletên cîhanê dikin  ku heta bidawîkirina terorê piştgiriya xwe bi QSD`ê bikin.”

Li herêmên Sûriyê yên ku dewleta Tirk a dagirker dagirkirine, nakokî pirin û her roj di navbera komên çekdar de şer derdikevin. Li gel wê jî piştî ku QSD’ê têkçûna DAIŞ’ê ragihand, dewleta Tirk êrîşên li ser gundên Babê yên rizgarkirî zêde kir.

Endamên endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê yên Kantona Efrînê bandorên dagirkeriya Tirk li ser çareseriya aloziya Sûriyê nirxandin.

Cîgira Buroya Têkiliyan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Kantona Efrînê Cîhan Şêxo serkeftina QSD`ê li gelên herêmê pîroz kir. Cîhan got: “Bi saya vîn û berxwedana QSD`ê cîhan ji binpêkirinên hovane xilas bû. Lê xeteriya çeteyên DAIŞ`ê hîna heye. Ji ber ku şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê hîna tune nebûne. Em bang li hêzên navdewletî dikin ku piştgiriya xwe bi QSD`ê re bidomînin, heta ku teror tunebibe.”

Endama Buroya Birêxistinkirina Jin a partiyê Şêrîn Cawîş jî axivî û got: "Siyaseta artêşa Tirkiyê bi belge û isbatan di desteka çeteyên DAIŞ`ê de teqez bû. Dibe ku Tirkiye hewl bide DAIŞ`ê carek din di bin navên cuda de zindî bike. Pêvajoya heyî derxistina Tirkiyê û çeteyên wê ji Cerablus heya Efrînê pêwîst dike. Da ku gavên cidî di çareseriya aloziya Sûriyê de bên avêtin.”

Cîgira Buroya Birêxistinkirina Jin a partiyê Barîn Meimo bang li tevahiya partî û hêzên siyasî yên ku banga neteweyî û berjewendiya gelê Sûrî dikin, kir ku bi yekrêzî li rex QSD`ê û Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bisekinin. Barîn got: “Kedên mezin ji bo çareseriya aloziya Sûriyê bidin.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din