Ji bo çareserkirina pirsgirêka erebeyan biryarên nû

Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qanûnên hevpar ji bo çareserkirina pirsgirêka erebeyan deyne. 

SEYDO ÎBO – TIRKÎ EL-KALID / GIRÊ SPÎ

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çûn û hatina erebeyan bi awayekî belav çêdibû. Di heman demê de erebeyên ku ne li gorî pîvanên çûn û hatinê bûn jî çûn û hatin dikir. Vê yekê jî xetere li ser ajokar û gelê herêmê çêdikirin.

Desteya Hundirîn di 19`ê Kanûna 2018`an de têkildarî mijarê bi Meclisa Rêveber, Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Trafîk û Gerînendetiya Çûn û Hatinê re civiya.

Di civînê de komîteyek ji nûnerên Desteya Hundirîn, Gerînendetiya Çûn û Hatinê, Trafîk û Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêk tê, hate avakirin. Biryar hat dayîn ku çûn û hatinê li gorî zagonên navneteweyî bi rêk û pêk bikin û pirsgirêkan çaraser bikin. Her wiha dê ev pêkanîn û çareserkirin bi rêya Gerînendetiya Çûn û Hatinê bên kirin.

Li ser vê yekê Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 3`yê Çileyê de biryara hejmar /1/ ji bo mijara çawaniya çareserkirina erebeyan derxist.

Erebeyên hatine girtin

Di biryarê de erebeyên ku belgeyên xwe hene, tên tomarkirin. Erebeyên ku bi nimareyên Sûriyê, lê tu belge pê re tune bin, tên girtin, bi qasî heqê wan pere tên dayîn û nabe ew erebe bên firotin. Lê erebeyên ewropî yên berê li cem Rêveberiya Xweser hatine tomarkirin (eger bi hejmara erebeyê hatibe lîstin) wê ceza (xerame) li gorî mezinbûna erebeyê bê dayîn.

Li ser biryara erebeyên ku pê hatiye lîstin, erebe hatine parçekirin, ji bo ku bê firiton. Erebe li geracê tên desteserkirin û radestî xwediyê wê tê kirin.

Li gorî biryarê erebeyên ku tên herêmê ji aliyê Gerînendetiya Çûn û Hatinê ve dê bên kontrolkirin û pişte gumrikê derxin. Di heman demê de werin kontrolkirin û piştre jî werin tomarkirin. Erebeyên ku bên tomarkirin, eger nehatibin kontrolkirin dê werin desteserkirin.

Ji bo erebeyên ji Dêrazorê tên, erebe li Navenda Hatin û Çûnê dê bên tomarkirin.

Li ser çawaniya çareserkirina erebeyên ku ji gundewarên Sûriyê tên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, erebeyên ku li cem hikumeta Sûriyê hatibin tomarkirin, wek erebeyên nîzamî tên qebûlkirin. Lê eger li cem hikumeta Sûriyê nehatine tomarkirin û belgeyên erebeyê yên gundewarên Sûriyê lê nehatibin kirin, wek erebeyên ewropî tên binavkirin.

Di biryarê de hate diyarkirin ku erebeyên berê hatine girtin (erebeyên nîzamî û erebeyên ewropî berê hatine gumrikkirin) dê mehekê werin çareserkirin.

Li ser vê mijarê hevseroka Desteya Hundirîn a Rêvberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hêvî Mistefa wiha got: "Me karî bi rêya civînê sîstema veguhestina di navbera Rêveberiya Xweser û 7 rêveberiyên sivîl de, ji bo çareseriya pirsgirêka erebeyan bikin yek. Dê deste civînên xwe bi komîteyên veguhestinê re ji bo dewamkirina projeya yekbûna zagonên veguhestinê dewam bike."

(jo)

ANHA


Mijarên Din