`Ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê divê têkiliyên navdewletî bên zêdekirin’

Şîrovekarê siyasî yê Iraqî Esed El-Ibadî doza derizandina çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî bi pirsgirêka herî mezin wesifand û got: “Ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê divê têkilî bi civaka navdewletî re zêde bibin. Da ku barên madî û ewlehiyê ku ji wan re heta niha têne peydakirin sivik bibin.”

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê barên çeteyên DAIŞ`ê yên li gel xwe tehemul dike. Girêdayî mijarê  şîrovekarê siyasî yê Iraqî û sekreterê giştî yê berê yê Partiya Guhertina Demokratîk a Iraqê Esed El-Ibadî ji ajansa me re axivî. El- Ibadî got: "Ev pirsgirêka çeteyên DAIŞ’ê ji bo Rêveberiya Xweser pirsgirêkek mezine. Li gel tunebûna derfetên madî û lojistîk  ku tenê têra pêwîstiyên şêniyan dikin, çete jî li ser Rêveberiyê bûne bar."

Di 12’ê Adara 2019’an de çeteyên ji aliyê QSD’ê ve di aliyê leşkerî de hatin têkbirin. QSD’ê di 25`ê Adarê de bi rêya kongreyek çapemeniyê bang li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku pêwîste dadgehek navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê were avakirin.

Li gorî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî 6 hezar çeteyên DAIŞ`ê di girtîgehên Rêveberiyêde ne. Jê hezar çete ji nasnameyên biyanî ne ji 50 dewletên Ewropa û Asya Navîn in. Tevî zêdetirî 30 hezar kes ji malbatên DAIŞ`ê di nav de jin û zarok di kampên Rêveberiyê de dimînin. Jê 12 hezar (8 hezar zarok û 4 hezar jin) ji Ewropayê, dewletên rojavayî û Asya Navîn in.

Esed El-Ibadî girêdayî vê mijarê ev tişt got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêka çeteyên DAIŞ`ê berpirsyariyek mezin dikeve ser milê civaka navdewletî û Rêxistina NY`î. Divê Komseriya Bilind a Karûbarên Penaberan jî amade be, da ku malbatên DAIŞ`ê vegerînin û bi awayekî qanûnî bi rêya dadgehên taybet bi sponseriya navneteweyî werin darizandin. An jî çeteyên di şerê aliyê din de hatine bi karanîn radestî welatên wan bikin."

Di dawiya gotinên xwe de El-Ibadî diyar kir ku ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê divê Rêveberiya Xweser têkiliyên xwe bi civaka navdewletî û kesên têkildarî çeyetan re zêde bike. El- Ibadî got: "Divê Rêveberiya Xweser lez bike û bi aliyên têkildarî wan çeteyan û malbatên wan re têkiliyan ava bike. Yan jî dê barên wê yên madî û ewlehî li hember çeteyan zêde bibin."

Di demên dawî de şandeyên dîplomasî yên biyanî û ewropayî serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Piraniya daxuyaniyên wan di çarçoveya pêwîstiya darizandina çeteyên DAIŞ`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de man, bêyî ku destekekê nîşan bidin.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din