Ji bo derbaskirina xeteriya korona vîrûsê Desteya Çand dayîna ruxsetên şahiyan rawestand

Desteya Çand a herêma Firatê belavokek belav kir û tê de dayîna ruxsetên şahî û çalakiyên hunerî rawestand. Wek girtekekê ji bo derbaskirina xeteriya belavbûna vîrûsa Korona.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro wek tedbîrek ji bo derbaskirina xeteriya vîrûsa Korona biryara qedexekirina kombûnan, girtina deriyên sînor, rawestandina dibistan, paymengeh  û zanîngehan da.

Li gorî biryara bi hejmar 23 a ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daye, Desteya Çand a herêma Firatê ev biryar dan:

-Rawestandina dayîna ruxsetên şahî û çalakiyên hunerî.

-Biryar ji dîroka 14/3/2020`an ve heya demek nediyar pêk tê.

(şx)

ANHA


Mijarên Din