Ji bo eşkerekirina cihên çekên kîmyewî 90 roj dem dan hikumeta Sûriyê

Rêxistina Qedexeya Çekên Kîmyewî duh ji Sûriyê re têkildarî eşkerekirina deverên ku lê pêşdeçûn, hilberîn, depokirin û gihandina çekên kîmyewî yên ku di 24, 25 û 30’ê Adara 2017`an de bi kar anîn, 90 rojên din li demê zêde kir.

Piştî raporeke lêpirsînerên Rêxistina Qedexeya Bikaranîna Çekên Kîmyewî di Nîsana derbasbûyî de, hat diyarkiririn ku 2 ajokarên balafirên çekên hewayî yên Sûriyê, balafira Su-22 û helîkopterekê Adara 2017`an gaz avêtin bajarokê Letmane yê li herêma Hemayê.

Saziya bloka rêveber a rêxistinê bikaranîna gaz û topên qedexekirî  şermezar kir, lê der barê cezayên yekser de tedbîr negirtin.

Şamê diyar kir ku wê çekên kîmyewî bi temamî rûxandine, lê çavdêran madeyên jehrê û çekên ku dema proseya kontrolkirinê de nehatin eşkerekirin, dîtin.

Sûriyê bi armanca ji gefên DYA`yê yên leşkerî xwe bide aliyekî, di 2013`an de tev li hevpeymana qedexeya belavkirina çekên kîmyewî bû.

Meclisa Rêveber a Rêxistina Qedexeya Bikaranîna Çekên Kîmyewî ku ji 41 dewletan pêk tê, biryara erêkirina 29 dewletan, redkirina 3 dewletan û 9 dewletan jî dengê xwe nedan.

Meclisa Rêveber da zanîn ku meclis bikaranîna çekên kîmyewî şermezar dike û ev yek di rapora komîteya lêpirsîn û komîteya şopandinê ya rêxistinê de hate diyarkirin. Komîteya Şopandina rastiyan a rêxistinê îsbat kir ku Adara 2017`an Sûriyê li dijî Letmanyayê çekên kîmyewî bi kar anîne.

Biryara ji meclisê hate ragihandin  parve kir ku ev yek îsbat dike ku Sûriyê eşkere nekir û hemû çekên xwe yên kîmyewî û hemû kargehên çekên kîmyewî çêdikin, rûxandin.

Sûriyê û hevkara wê ya leşkerî ya di şerê navxweyî de Rûsyayê domdar bikaranîa çekên kîmyewî red dike.

Meclisa rêxistinê nerehetiya xwe têkildarî ku Komara Erebî ya Sûriyê bi koma lêpirsînê û şopandinê re nebe alîkar, anî ziman. Heke Şam li gorî dema hatiye diyarkirin tev negere rêxistin dikare têkildarî endamtiya Sûriyê ji Rêxistina Qedexeya Bikaranîna Çekên Kîmyewî re tedbîran bigire û bi rêya kongreyê ku ew ê îsal were lidarxistin, dosyaya Sûriyê rake Meclisa Ewlehiyê.

(eh)


Mijarên Din